NAVENDA NÛÇEYAN – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan firokeyek bêpîlot a Emerîka roja Pênçşemê xistine xwarê.
Her ku diçe aloziya di navbera Emerîka û Îranê de kûr dibe. Li gorî Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNA, Supaya Pasdaran a Îranê di 20’ê Hezîranê de, li parêzgeha Hurmizgan dema firokeyek bêmirov a Emerîka ketiye sînorê wan xistiye xwarê.
Li gorî daxuyaniya Supay Pasdaran firoke bi armanca sîxûriyê derbasî sînorên Îranê bûye û tê gotin ku li herêma Çiyayê Mubarek a parêzgeha Hurmizgan a dikeve kendava Umanê hatiye xistin.
LI GORÎ DYE’YÊ LI QADA HEWAYÎ YA NAVNETEWÎ HATE XISTIN
Rayedarekî Emerîkî ku ji Reutersê re axivî, got amûra hewayî ya bêmirov, li ser tengava Hurmuz, li qada hewayî ya navnetewî bi moşekeke ji bejahiyê ber bi hewayê ve hatiye xistin. Li gorî rayedarekî Emerîkî amûra hewayî ya bêmirov droneyeke bi tîpa RQ-4 Global Hawk, a fîloya Emerîkayê ye.