BINARÊ QENDÎL
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan Têkoşer li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistan di 14’ê Hezîranê li Binarê Qendîle dest bi calakiya mertalê zindî kirin. Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 7’emîn de berdewam dike.
Ciwanên welatparêz û Jinên Ciwan Têkoşer yên mertalên zindî ev 7 roj in ji bo şermezarkirina dagirkerî û zêdegaviyên dewleta Tirk yê li ser xaka Başûrê Kurdistanê çalakiya xwe didomînin. Endamê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ê ku di nava mertalên zindî de cih digrin ji ajansa me re çalakiya xwe nirxandin.
Çalakvanek bi nave Avêsta Xabûr ku ji destpêka çalakiyê cihê xwe nava de digre wiha axivî: “Ev bu hefteyek me dest bi çalakiya martalê zindî kiriye, bi pêşengetiya ciwan û jinên ciwan. Ji hemû herêma serdana çalakiya me tê kirin, çalakiya me û serdanên gel jî helwstek li dijî dagirkeriyê dewleta faşîst ya tirk e. Bêdengiya hikumeta herêmê tê wetaya qebûlkirina dagirkeriyê, em weki jinên ciwan li dijî van êrîşan bêdeng namînin.”
Endamê Ciwanên Welatparêz Cebar Elî der barê çalakiyê ev agahî dan: “Ev bu demek me çalakiyê daye destpê kirin. Armance me têkbirina êrîşa li ser gelê Kurd e. Çalakiya me wê berdewam bike heta em êrîşên dagirkeriyê bişkînin û em armanca xwe pêk binin.”
Berîtan Zagros jî wek endamek Jinên Ciwan çalakiyê wiha nirxandin: “Îro çalakiya di roja heftemîn de berdewam dike, çalakiya me di milê gel de eleqdarbûnek mezin dibine. Em wekî jin bangawazî li hemû jinên ciwan dikin ku xwedî çalakiyê derkevin xwedî li doz û xaka xwe derkevin, heta dagirkerî li ser xaka me hebê em ê hertim li ser piyan bin.”