RIHA – Têkilî komkujiya li Taxa Çeltîkê ya Sîwerekê a Rihayê, li ser îdîaya ku têvlî komkujiya kuştina Hakki, Zozan, Meral û Mûsa Serhat Îzol û Murat Buluş (30) û Serdar Delen (31) bûne, bi sûcdariya ”kuştina mirovan û hewldana kuştinê” kesên ku hatin girtin bûne 5 kes.
Birayê wekîlê berê yê AKP’ê Zulfîkar Îzol Cîhan Îzol û ji malbata ku xizmên wan hatibûn kuştin Metîn Îzol û Yûsuf Rojhat Îzol duh hatibûn girtin.
Birayê wekîlê berê ku têkilî komkujiyê hatibû destgîrkirin Bulent Îzol û kurê Cîhan Îzol ê hatibû girtin Ferman Îzol li Edliyeya Sîwerekê bi heman hencetê hatin girtin.
Birayê dî yê wekîlê AKP’ê Cemal Îzo piştî ku tedawiya wî qediya wê derxînin ber edliyê. Her wiha hate gotin têkilî lêpirsînê biryara ”veşartinê” hatiye standin.