AMED – Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, mijara êrîşa zayendî ya Muftiyê Hezro Îsmail Kaya ku li dijî Berpirsiyara Kulliyeya Hafiziyê ya Krusên Kuranê ya Keçan a Hamidiye H.Y., kiribû, bir Meclisa Tirkiyeyê.
Guzel ev pirs ji Wezîra Xizmeta Xebat, Civak û Malbatê Zehra Zumrut pirsî.
* Agahiya we ji bûyera mijara êrîşa zayendî ya Muftiyê Hezro Îsmail Kaya ku li dijî Berpirsiyara Kulliyeya Hafiziyê ya Krusên Kuranê ya Keçan a Hamidiye H.Y., heye ya na? Ev bûyer bi agahiya we pêk hatiye? H.Y. ya rastî êrîşa zayendî ya muftî hat, piştî parlamenterê AKP’ê ket navberê rayedarên Wezareta Karên Dînayetê dest ji glî berdaye û gef xwarine. Piştî gefan H.Y. giliyê xwe paşve kişandiye. Ev rast e? Beriya Îsmail Kaya derkeve pêşberî dadger H.Y. îfadeya xwe paşve kişand. Ev yek îdîayan rasttir dike. Kesên gef li H.Y. xwarin tu lêpirsîn der barê wan de hatiye vekirin ya na? Hûn ê têkildarî vê mijarê tu daxuyaniyan bidin? Ji bo ev kes bên darizandin tu hewldanên we heye? “