AMED – Li gel êrîşên faşîzma AKP-MHP Meclîsa Ciwan û Meclîsa Jinên Ciwan ku xwe rêxistin dike, bi hamleya “Berbend ne be, Azad be” pêvajoyeke nû da destpêkirin. Li gel polîtîkaya pişaftinê ya dewletê ya ku li ser ciwanan dide meşandin li hember fûhûş û tiryakiyê, ciwanan ketin tevgerê û bi vê hamleyê li hember van polîtikayan serî hildide. Endama Meclîsa Ciwanan ya HDP’ê Şiyar Aydin, di der barê hamleya ku dane destpêkirin û têkoşîna ku didin meşandin, nirxand û da diyarkirin ku polîtîkayê dewletê ya pişaftinê ku li hember ciwanan wê bi rêya rêxistinbûyinê ve bê vala derxistin.
PÊVAJOYA SAZÎBÛN
Meclîsên Ciwan û Jinên Ciwan a HDP diyarkir ku 2 salên dawî de ketine pêvajoya ji nûve sazîbûnê û diyar kir ku li gel hemû zordestîya dewletê bi şiklekî xurt xwe rêxistinkirine. AYDIN êrîşên giran ya Dewletê ku li hember ciwanan û xwesteka ajankirina bi riya revandin bi bîr anî û ifade kir ku Hamleya ” Berbend nebe, Azad be” li hember van hatiye destpêkirin.
“EM Ê BI RIYA DERÎ BI DERÎ LEXÎN Û BIGIHÊJIN HEMÛ CIWANAN”
Aydin di der barê asta yekem a ku hamleya dane destpêkirin axivî û wisa got: “Em ê li nav gel, derî bi derî lexin û bigihêjin hemû ciwanan. Polîtikayên dewletê ku li ser ciwanan dide meşandin yek bi yek vebêjin. Ciwanên me çawa li ber polîtîkayên pişaftin, fûhûş û tiryakiye tên kaşkirin ji gelê me re em ê vebêjin.
ASTA DUYEM: POLÎTÎKAYÊN PERGALÊ KU LI SER CIWANAN EM Ê BIQEDÎNIN
Aydin da zanin ku di asta duyemîn a hamleyê de ew ê çalakî û bizavî biafirînin û bi şeklî axiftina xwe domand: “Hemû kolanan bi rêya gel re niqaş kirin, gel hişyarkirin, em ê tîryakê, fûhûş û pişaftinê têk bibin. Bi hêzen ciwanan, bi baweriya gel em ê polîtîkayên pergalê ya li ser ciwanan dide meşandin bi dawi bikin” .
‘EM Ê HAMLEYÊ BIKIN GIRSEYÎ’
Adyin bi rêxistinbûna di çarçoveya hamleyê de wê derketiye holê ew ê hamleyê hin girseyî bikin û derheqê bideng kir wê wiha axivî: “Ji bo vala derxistina van polîtîkayan bi riya çalakiyên girseyî em ê gel hişyar bikin.”
‘EM Ê REXNEDAYÎNA XWE LI KOLANAN BIDIN’
Aydin rexnedayîna pêvajoya bedengiya ciwanan ku salên dawî de têdene da û ev îfadeyan bikar anî: “Em ê rexnedayîna xwe li kolanan, bi vala derxistina polîtîkayên bixwîn, bi pratîkê bidin”.
NC/Niştiman AMED