NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Hiqûqêya Asrinê wê sibê derheqê hevditîna bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya di 18’ê Hezîranê pêk hatiye û derheqê îdayên ku di torên civakî de digerin daxuyanî bidin.
Buroya Hiqûqêya Asrinê li ser hesaba xwe ya Twitterê ev agahî dan:
JI BO RAYA GIŞTÎ
Detayên hevditîna parêzeran ya di 18’ê Hezîranê bi muwekîlê me Birêz Ocalan pêk hatiye û derheqên îdayên ku îro di ragihandinê de belav dibin wê detayên wan bên dayin. Li gorî plansaziya me, em ê sibê di 21’ê Hezîranê daxuyaniyekê bidin raya giştî. – 20.06.2019
Buroya Hiqûqêya Asrinê