NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HRE’yê got; Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hêmber artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me komên çete li navenda bajarê Efrînê kirin armanc.
Roja 19’ê yekîneyek me li ser rêka di navbera herêma “dewara Kawa” û herêma “Qews” li navenda bajarê Efrînê çalakiya sabotajê li dijî dewriyekê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku ji 3 seyareyan pêk dihat li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 6 çete jî ku rewşa 4 ji wan giran e birîndar bûn, her wiha 2 wesayît jî derbe xwar.”