NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Xakurkê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, du balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di saet 16.40’an de herêmên Xakûrk û Şekîf bombebaran kirin.
Herêmên ku hatine bombebaran kirin, jîngehên koçeran in. Ji ber bombebaranê jiyana koçeran ketiye di nava metirsiyê de.
Liv û tevgera balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê berdewam dike.
Tevî ku her roj xaka Başûrê Kurdistanê tê bombebaran kirin jî lê dîsan îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirk Erdogan civiyan.