“Sê roj mane (20.06.19) ji bo duyem carê hilbijartina şaredarê bajarê Stenbolê. Di nava van sê rojan de hejmarek pir hindik hilbijêrên Stenbolê mane ku hê jî difikirin. Îro sibe ew ê jî biryara xwe zelaltir bikin û dengên xwe bidin berendamên ku ew ji wan bawer dikin. Li gorî serhejmariya yekcar zêde ya bajarê Stenbolê, kesên hê biryar nedane hindik in. Ji ber ku hejmarek pir mezin ji hilbijêran hê beriya hilbijartina yekemîn biryara xwe dane.
Îca ji bo ku her du alî hem alîgirên xwe yên berê li aliyê xwe bihêlin û hem jî heger karibin hinek ji hilbijêrên aliyê din derbasî aliyê xwe bikin, ev sê rojên dawî giring in. Wekî din jî, wek di hemû hilbijartinan de dibe, hejmarek hilbijêr naçin ser sandokan û dengên xwe bikar nayinin. Anîna van hilbijêran a sersandokan ew ê mêzêna hilbijartinê biguhere. Loma jî her du alî gelek hewl didin tesîreke erênî li ser vê koma di hilbijartinan de pasîf û bêdil çêbikin.
Ji bo vê yekê jî ew bernameya ku di roja şazdehê vê mehê de bi beşdariya her du berendamên herî bişans ên şaredariya bajarê mezin a Stenbolê pêk hat girîng bû. Min ji serî heta dawî bê navber lê nenêrî, lê min beş bi beş lê dinêrî. Ji ber ku ji bo me helwesta van berendaman a li himberî hemwelatiyên kurd ên li Stenbolê gelek girîng bû.
Xelqê me yê li Stenbolê dimîne di çarçoveya polîtîkaya HDPê ya ji hevxistin û xetimandina siyaseta AKP-MHPê de dengê xwe dan Ekrem Imamogluyê ku wek berendamê eniya milet hatibû pêş. Di encama vê polîtîkaya HDPê de di serî de Ankara gelek bajarên mezin ji destê AKPê derketin. Yek ji van bajaran jî Stenbol bû. Binketina AKP-MHP a li Stenbolê ji bo desthilatdariya wan a qirêj derbek giran bû. Bi wan gelek zor hat. Jixwe dema derket ku dengên kurdan û kurdistaniyan di vê şikenandinê de gelek diyarker bû, AKP kete nava hewldanên xapînokî.
AKPîyan çend sondxwariyên xwe li xwe vehewandin û li Amedê çend gotinên ji qirikê ber bi jor ve bi Bînalî Yildirim ê berendamê şaredariya Stembolê dane gotin. Bikirina van çend gotinan ew bawer dikin ku ew ê dengê gelê kurd bistînin. Ew ê gelê kurd ew zilma bi destê wan li Nisêbînê, Cizîrê û gelek bajarê din hate pêk anîn ji bîra bike û careke din dengê xwe bide wan…
Heger em li vir hinekî jî behsa Stenbolê bixwe bikin, wek tê zanîn bajarê Stenbolê bi serhejmariya xwe ya yekcar zêde ye; ji bidehan dewletên dunyayê mestir e. Hema ez zêde dûr neçim, serhejmariya liserhev a dewletên wek Norveç, Danîmarka û Fînlandiyayê ne bi gelekî ji ya Stenbolê zêdetir e. Ev li aliyekî li aliyekî din jî, ji hemû bajarên Turkiye û Kurdistanê bi hezaran mirovên xwedî bawerî, nasname, û nêrînên siyasî yên cuda li vî bajarê kozmopolît dijîn.
Her wisa jî hema bêje ji hemû dunyayê mirov li vir bi cîh û war bûne. Wek karmend û karker dixebitin. Şîrketên mezin ên dunyayî liqên xwe li vir vekirine, bi derbasbûna keştiyên şer û bazirganî ya di nava bajêr re Stenbol xwedî ciyekî giring ê jeo-polîtîk e. Loma jî di warê aborî, siyasî, olî û bazirganiyê de di bazara navdewletiyê de xwedî gotin e. Erdogan ku stêrka wî li vî bajarî cara pêşî biriqî, di demeke kurt de bû xwedî mîsyoneke navdewletî û her çû jî di siyaseta Turkiye û herêmê de bû xwedî rol.
Lê kirinên wî yên di van çand salên dawî de stêrka wî ya geş vemirand loma jî Erdogan di van her du hilbijartinên dawî de biawayekî diyar serberjêr bûye. Bitaybetî jî ew dijwarî û hişkiya li himberî gelê kurd a li Bakur, Başûr, Rojava û li derveyî welat di hilbijartinan de nema pere dike. Gel birçî ye, bêkar e, di nava van çend salên dawî de jî, hejmarek mezin ji karsazên turk tevî rastmalên xwe derketin derveyî welat.
Dema rewşa aborî, civakî û polîtîk wisa di nava hev û din de dikele, pêwistiya AKP û Erdogan bi Stenbolê û Enqerê hebû. Enqere bêveger ji destê wî çû lê Stenbolê bi dek û dolaban alîqî maye. Heger Stenbol cara duyemîn ji destê AKPê derkeve, ew ê hîmê hevkariya wê ya digel MHPê biqelişe..
Loma jî divê hemwelatiyên kurd ên li Stenbolê dijîn di çarçoveya banga HDPê de tevbigerin, bi hişmendî û êşa Efrînê herin sersandoqan û Bînaliyê ku pesnê xwe bi pîlangeriya têkbirîna Rojava dide di binsandoqan de bihêlin…”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Serkan Birûsk