BINARÊ QENDÎL – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan Têkoşer li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistan di 14’ê Hezîranê li Binarê Qendîle dest bi calakiya mertalê zindî kirin. Çalakiya mertalê zindî di roja xwe ya 9’emîn de berdewam dike.
Ciwanên welatparêz û Jinên Ciwan Têkoşer yên mertalên zindî ev 9 roj in ji bo şermezarkirina dagirkerî û zêdegaviyên dewleta Tirk yê li ser xaka Başûrê Kurdistanê çalakiya xwe didomînin. Doh Pêşmergayên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê serdana çalakiya mertalê zindî kirin û piştgiriya xwe ji bo wan ragihandin bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin wê îro Jinên Ciwan Têkoşer herheqê çalakiyê daxuyanî bide.