MARSÎLYA – Li Marsilyayê ya Fransayê ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrîşên rejîma Akp-Mhp’ê ya li dijî Kurdistanê û ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî kirin. Ciwan li ber derenceyên dîrokî yê gara bajêr kombûn, pankartên bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” û “PKK” vekirin.
‘HETA KU FAŞÎZM Û DAGIRKERÎ HILWEŞE’
Dema çalakiyê bi Fransî dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Her wiha bi Fransî belavok hatin belavkirin û gotin, “‘Heta ku li Kurdistanê faşîzm û dagirkerî were şikandin wê çalakiyên me bidomin.”