MÊRDÎN – Duh di saetên şevê de polisan li Artûklûyê li derdora Mizgefta Zîncîriyeyê 4 ciwan binçav kir.
Duh di saetên şevê de polisên ku li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê li derdora Mizgefta Zîncîriyeyê kirariya Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) pêk anîn, 4 ciwanan binçav kir. Hat ragihandin ku polisan bi hinceta ku derbarê wan de îxbara “endamên rêxistinê ne û amadekariya çalakiya dikin” her çar ciwanan binçav kirine û birine Miduriyeta Polisan a Mêrdînê. Kirariyên ciwanan li miduriyeta polisan didome û hat ragihandin ku yek ji wan F.T e û navê her sê kesên din jî nehat hînbûn.