KANÎMASÎ – Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê re êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin li Dilman û Baroxê û li şeş cihên nêzî gundê Baroxê yên li Kanîmasiyê pêşmergeyan xwe vekişandine û li rojavayê gund bi cih bûne. Li girên ku pêşmergeyan xwe jê vekişandine û şeş cihên li ser sînor, leşkerên dagirker ên tirk ên li Duhokê hatine bicihkirin.
PIŞTÎ HEVDÎTINA BARZANÎ Û ERDOGAN
Piştî ku pêşmergeyên PDK’ê cihên xwe ji leşkerên Tirk re hiştin tê diyarkirin ku li qada Kanîmasiyê leşkerên dagirker ên tirk amadekariyên leşkerî dikin. Cihguhertina di navbera pêşmergeyên PDK û leşkerên Tirk de, piştî hevdîtina Erdogan a bi Nêçîrvan Barzanî pêk hat.
Li gorî geşedanan tê diyarkirin piştî êrîşên li Bradostê li ser xeta Metîna jî wê dagirkeriyek were destpêkirin.