KOBANÊ – Endamên Çand û Hunera li Kobanê Newroz Ebdi û Gelhat Efrîn giringiya xebatên xwe û erka ciwanan di çand û hunerê de ji ajansa me re nirxandin. Ebdi û Efrîn bang li ciwanan kir ku di xebatên çand û hunerê de cihê xwe bigrin û bi vî awayî şerê pîskolojîk yên dijmîn vala derxin. Herwiha endamên çand û hunerê bal kişand ser amadekariyê şanoya der barê 19’ê Tîrmehê roja destpêka Şoreşa Rojava û bang li ciwanan kir ku li ser esasî çand û exlaqê civakek birêxistinkirî bimeşin.
Li ser navê Komîteya Şano ya kantona Kobanê Newroz Ebdi bal kişand ser taybetmendiyê xebatên çand û hunerê û taybet giringiya şano û wiha axivî: “Em dixwazin bi riya şano jiyana ku em dijîn, milên wê e erênî û neyinî û desthilatdariya ku li ser me xwe ferz dike bi riya şanoyê pêşkeş bikin û bi gelê xwe re parve bikin. Ji bo ku gel rastiyê bibînin riya şano pir girîng e. Eger xebatên şano rast bê meşandin ew dem heqîqetê bi gelê me re dide naskirin. Em li vir şanoyeke li ser 19’ê Tîrmehê amade dikin, ji ber ku salvegera 19’ê Tîrmehê nêz buye. Derheqê amadekariyên şanoya 19’ê Tîrmehê me gelek civîn jî lidar xistin. Armanca me ji vê şano ew ku, em berxwedaniya Şoreşa Rojava û Serkeftina wê bi gelê xwe re parve bikin. Em vê şanoyê ji bo em şehîdên Şoreşê hertim bibîr binin jî lidar dixin. Em hêvî dikin ku hemû ciwan û jinên ciwan beşdarî vê şanoyê bibin û xwe di xebatên şanoyê de pêşbixin.
Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê Gelhat Efrîn jî bal kişand ser Şerê taybet yên ku dijminê Kurdan didin meşandin û li dijî vê giriniya Çand û Hunerê anî ziman. Gelhat Efrîn wiha axivî: “Em wek komîteya amadekar bang li ciwanan dikin ku di şanoyê û xebatên çand û hunerê de cihê xwe bigrin. Em dixwazin her ciwanekî me li Kobanê fêrî her xebatekî çand û hunerê bikin. Dijminê me dixwazin bi riya şerê pîskolojîk hemû ciwanên me têk bibe. Ciwanên me fêrî tiştên bê exlaqî dike û wan jî çanda wan dur dixe. Em dixwazin bi xebatên xwe ên çand û hunerê ciwanên xwe li ser esasê çand û exlaqê ku bav û kalê me nîşanî me dayê qezenc bikin û dijminê dagirker têk bibin. Ciwan pêşeroja vê Şoreşê ye. Yên destpêkê li dijî dagirkeriyê rabûn ciwan bûn, wek Serokatî jî dibeje ‘Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi serkevin’. Li ser vî esasî her ciwanekî Kobanê pêwîste cihê xwe di nava xebatên çand û hunerê bigrin, ji ber mirovek bê çand nikare di nava civakbuyînê de jiyan bike.”