ŞIRNEX – Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi pêşengtiya şaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî fihûş û tiryakê ku di demên dawî li bajêr zêde bûye, şahiya ciwanan hat lidarxist. Şahî li qada Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, hevşaredarên bajêr, rêveber û xebatkarên şaredariyê û bi hezaran kes beşdarî şahî bûn. Di şahiya ku piraniya wê ciwan beşdar bûn de, komên mûzikê Umut Botan, Dengê Jinên Azad û Koma Gulê Xerzan derketin ser dikê.
‘CAREK DIN ME BI SER XIST’
Piştî wekîlên HDP’ê girse yek bi yek silav kirin, parlementera HDP’ê Dersim Dag, axaftinek kurt kir. Dag, bal kişand ser pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Piştî banga Ocalan çalakiya grevabirçîbûnê bi dawî bû. Em ji berxwedanek nû derket. Me di çalakiya xwe de bi ser xist. Di şexsê Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd hebû. Ev tecrîd di heman demê de li ser jinan, ciwanan û xwezayê jî dihat bi rêve birin. Ji bo ku ev tecrîd nehat qebûl kirin, çalakî hat destpêkirin û yên bi ser ketin jî em bûn.”
Dag, bang li ciwan kir ku di meclîsên ciwanan ên HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku ciwan hebin, faşîzm tu carî bi ser nakeve.” Piştî axaftina Dag, girseyê bê navber dirûşmeyên ji bo Ocalan berz kirin.
BI HEZARAN GUVEN GERANDIN’
Di şahiyê de coşek mezin hebû û her ku çû girse mezintir. Hûnermendên derketin ser dikê, bi stranên gotin girse coştir kirin. Bi hezaran ciwan li ber stranan guven gerand û kêliyên bi coş û keyfxweş jiyan. Di şahiyê de bê navber li dijî fihûş û tiryakê jî dirûşme hatin berz kirin û girseyê berteka xwe nîşan da.
Şahiya ciwanan heya derengiya şevê dewam kir û dûre bi coşek mezin bi dawî bû.