QAMÎŞLO – Li Qamîşlo partiyên kurd ji bo daxuyaniya çapemeniyê kombûn. Di daxuyaniyê de partiyên ku dibin zîwana Koordînasyona Ciwanên Kurd xwe birêxistin dikin wek Partiya Yekîtiya Demokratik, Partiya Demokratîk Kurdên Suriyê, Partiya Pêşverû, Partiya Kesk, Partiya Biratî, Tevgera Nûjen, Partiya Rêkeftin, Partiya Guhertin, Partiya Lîberal, Partiya Aşitî, Partiya Demokratîka Kurdistan, Partiya Kombûna Nîştimanî, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyê, Yekitiya Jinên Ciwan ên Bakur Rojhilatê Suriyê û Tevgera Xwendekaran amedebûn.
Di daxuyaniya hevpar a Koordînasyona Ciwanên Kurd wiha hate gotin:
“Demeke ku guhertinên bi lez di çend salên dawî de li Rojhilata Navîn çê dibin. Ev guhertin di esasê xwe de wek xeteriyek ser sîstemên desthilatdar. Gelên Rojhilat Navîn êdî li hemberî mejiyê desthilatdarî û kapîtalîzmê têkoşînekê dide meşandin û nema bindestî qebûl dike. Di van guhertinan de Tevgera herî bi bandor ji xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û ev rola wê tê sedema ku ev tevger amedekariya xwe ji bo vê yekê kiribû di riya têkoşîna bi deha sala li çiya û gund û bajarên Kurdistan û Welatên din. Dema ku ev tekoşîn di Rojhilata Navîn jî destpê kir Tevgera Azadiya Kurdistanê serkêşiya vê tekoşînê kiriye û xwedî li keda gel derketiye. Ev tevger parastina çand û hebûna gelê Kurd li beramberî tunekirinê kiriye û li hember dijminên gelê Kurd helwest daye nîşandan. Di xeta vê tevgerê li Suriyê jî taybet bi xeta xwe yê demokrat û hiqûqnasî hate naskirin û ji bo parastina vî gelî roleke esas û serkêş lîstiye. Heta Ciwanên Kurd ji her fikir û aliyên sîyasî xwe di nav vê tevgerê de ji bo parstina gelê kurd dîtiye.
Bêgûman ev tevger û ev zanebûna mejiyê Kurd li Rojava jî bibû sedema ku dewleta tirk ji vê tecrûbeya demokrasî bitirse û di encamê vê yekê de û encama ku Ciwanên Kurd taybet li hember mejiyê desthilatdarî êdî bi yek dest û yek hêz têkoşîn dikirin dewleta tirk û bi lihevhatinê bi Rûsiya re êrîşî Efrîn kirin lê di encama berxwedana Efrînê dewleta tirk gelek wendahî dan û heta niha jî didin. Ev buye sedem ku malbatên leşkerên artêşa dagirker a tirk nerazîbûnên xwe li hemberî Akp’ê bidin her wiha ev tişt bandorekî neynî li hilbijartinan kir û hişt ku Akp li deverên herî stratejîk bin bikeve.
Akp’ê ji bo ku ev binkeftinên xwe derbas bike berê xwe da siyasetmedarên Kurd û wek hemleya qirkirina siyasî destpê kir û bi dehan siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiye girt. Li aliyê din jî tecrîdeke demeke dirêj li ser Serok APO kiriye û hevditînan qedexe kiribû heta ku piştî 4 sala yekemîn car qebûl kir ku hevditînek çêbibe. Ew jî di encama berxwedaniyên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ku hikumeta Akp’ê tengavkir û di dawî de destûr dan hevditînan. Esasê xwe de hikumeta Akp’ê ev tecrîd bi du armanca destpê kiribû, hem ji bo Serok APO ji gel û pêvajoyê qut bike û nehêle ramanên Serok APO yê ji bo çareserî di Rojhilata Navîn de derkeve û yê din dixwaze ku gelê Kurd bê Serok bêhelîn.
Ji xwe ji bo ku AKP ev binkeftinên xwe veşêrê dest bi hemleya şer kiriye û êrîşên xwe yê bi balafirên şer û operesyoneke berfireh li ser Xakurkê destpê kir. Hikumeta Başûr li hember van êrîşan bêdenge û ev bêdengî tê wateya hevkariyê. Ev bêdengî tê wateya ku wan dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistan qebûl kiriye.
Em wek Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê van êrîşên dewleta tirk a dagirker tu carî qebûl nakin û ji hikumeta malbata Barzanî daxwaz dikin ku xwedî helwestek di çarçoveya berjewendiyê netewî yên Kurdan debin. Bangewazî gelê Başûrê Kurdistan û taybet Ciwanên Başûr û tevahî Ciwanên Kurd li Kurdistan û cîhan dikin ku bi rihê Şêladizê rabin serhildanê. Wek Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku em bibin bersiv beramberî vê pêvajoyê em Konferansa xwe bi awayekî awarte demeke pir nêzîk de li dardixin.
Koordînasyona Ciwanên Kurd daxuyaniya xwe bi gotinên “Hebûnek hebe, ew jî bi helwestek yekbuyî û yekîtiyê be. Bimbre dagirkeriya dewleta tirk. Bijî rihê serhildana Şêladizê.” bi dawî kir.