NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bi fermî eşkere kirîbû ku di hinek pirsên ezmûnên xwendekarên beşên zanistî û wêjeyî de derketine. Li dijî van şaşiyan îro careke din xwendarên dibistanên amadeyî qedandine, li Hewlêr, Silêmanî, Helebce, Ranya, Seyîdsadiq û navçeye Kelarê li ber rêveberiyên perwerdeyê çalakî lidar xistin.
Xwedekaran parkartên li ser ,’Kurdistanek bihêz û perwerdeyekî wêranbûyî’ û ‘Belê ji bo dest ji karkêşana wezîrê Perwerdeyê re’ berz kirin.
Xwendekaran pêşiyara Wezîrê Perwerdeyê ya ji ber şaşiyên di pirsan de, ji bo waneya zimanê Kurdî 4 pile û ji bo zimanê Erebî jî 2 pile werin dayîn derketin û qebûl nekirin. Dîsan daxwazên xwe yên di çalakiyên 20’ê Hezîranê de dûbare kirin.
Daxwazên xwendekaran ji aliyê ti rayedaran ve nehatin pêşwazîkirin.
Xwendekar dixwazin ku ezmûnê wanayên pirsên wan şaşî têde derketine werin dubare kirin. Xwestin ku şaşiyên di pirsên waneyên zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî û erdnîgarî de werin çareserkirin û îtraza xwendekaran were girtin.
Her wiha xwendekaran daxwaza tazmînatê kirin û gotin ku dema ku pirs werin amadekirin ji aliyê lijneyekê ve were lêkolînkirin.