STENBOL – Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Mehmet Tûnç û Ş. Asya Yuksel li navçeya Bagcilar a Stenbolê sê wesayit şewitandin. Hate ragihandin ku 21’ê Hezîranê bi şev li taxa Demîrkapi ya navçeya Bagcilar a Stenbolê sê wesayitên AKP’iyan hatine şewitandin.
Wesayitên arkujiyê yên ji bo vemirandina agir hatin bûn hedefa molotofan.
Taxa Demîrkapi piştî çalakiyê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Dorpêçî heta sibehê domiya.