MÊRDÎN – Li navçeya Artuklu 4 ciwanên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê pêr bi şev 4 ciwan li derdora Medreseya Zîndiriyê piştî kontrola nasnameyê polîsên dagirker ew binçav kiribûn. 4 ciwanên bi îdaya “amadekariya çalakiyê dikin” û derbarê wan de “îxbar” heye ku hatibûn binçavkirin piştî li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê îfadeyên wan hatin sitendin hatin berdan.