AGIRÎ – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand ku Yekîneyên Tolhildana Şehîd Serhildan Garzan li çiyayê Agirî kamerayên veşartî ên wenê kişandinê yên aîdî artêşa tirk a dagirker tesbîtkirine û di encama çalakiyekê bêbandor kirine.
Yekîneyên Tolhildana Şehîd Serhildan Garzan li çiyayê Agirî li gundê Çarme mekîneyên veşartî ên wenê kişandinê yên aîdî artêşa tirk a dagirker tesbît kiribûn. Piştî ku ev mekîneyên veşartî ên wenê kişandinê hatin ditîn Yekîneyê girêdayî DGH bi çalakiyekê ew mekîneyan bi temamî tunekirine.
DGH diyar kir ku Yekîneyê girêdayî wan 8 kamerayên veşartî yên bi taybetmendiya zivirandina 360 derece tesbît kirine û di encama çalakiyekê ev bêbandorkirin. Agahiyên herêmî da zanin ku hin jî gelek kamerayên veşartî li herêmê hene.