HEWLÊR – Li gorî nûçeya RojNewsê, hin çavkaniyên li herêma Behdînanê ku ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe eşkere bikin, ragihandin ku hêzên pêşmergeyan 22’ê Hezîranê jî 5 girên li Zaxoyê radestî artêşa Tirk a dagirker kirine.
Yek ji girên ku radestî leşkerên Tirk ên dagirker hatine kirin Girê Serzêrik ê li herêma Behdînanê ye. Li ser wî girî bîst sal bû ku baregehên pêşmergeyan habûn. Lê di heman demê de navendên îstîxbarata Tirkiyeyê jî lê hebûn. Gir êdî bi temamî radestî artêşa Tirk a dagirker hate kirin.
Girên din ên radestî leşkerên Tirk ên dagirker hatin kirin wiha ne: Girê Xemgîn ê li pêşberî Girê Baroxê, Girê Casus ê li jorê gundên Girika û Qumriyê yên li herêma Berwariyê, du nuteyên li nêzî tunela li Çiyayê Spî ya li Zaxoyê.
Li herêma tunelê leşkerên Tirk û alavên wan ên leşkerî li gel pêşmergeyan bûn. Pêşmerge bi temamî ji wê derê vekişiyan û radestî dewleta Tirk a dagirker kirin.
Li gorî RojNewsê şêniyên herêmê nerazîbûn nîşanî radestkirina gir û herêmê ji bo dewleta Tirk dan û bi bîr xistin ku artêşa Tirk bîst û yek sal in li herêma Behdînanê ye. Şêniyekî herêmê got, “Hikumeta Herêma Kurdistanê tenê navê xwe heye. Ji bilî nav her tiştên xwe di destê Tirkan de ye.”
LI KANÎMASÎ ŞEŞ DEVER RADESTÎ DEWLETA TIRK HATIBÛN KIRIN
PDK’ê 21’ê Hezîranê jî di dema serdana Serokê Herêmê Nêçirvan Barzanî de ya li Enqereyê nuqteyên herî stratejîk ên li herêma Kanîmasiyê radestî leşkerên Tirk kiribû. Bi giştî şeş herêm hatibûn radestkirin ku girên Dilman û Baroxê jî di nav de ne. Piştî rojekê leşkerên Tirk bi rengekî konvoyê li herêmê bi cih bûn.