BRADOST – Komek ciwanên ku li Binarê Qendîlê çalakiya mertalên zindî dabûn destpêkirin, çûn herêma Bradost û li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî dan.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrêşîn dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 14’ê Hezîranê de li Binarê Qendîlê çalakiya mertalên zindî dabûn destpêkirin.
Mertalên zindî ku dijî dagirkeriyê hêrsa xwe didomînin, bi israr in ku çalakiya xwe berfirehtir bikin. Di vê çarçoveyê de îro komek mertalên zindî berê xwe dan herêma Bradost ku dewleta Tirk her roj êrîşan li ser dimeşîne.
Mertalên ku xwe gihandin Bradost, dijî dagirkeriyê daxuyanî dan û diyar kirin ku ewê têkoşîna xwe bi her awayî mezin bikin.