“Xapandin wek siyaseteke giştî bi sed salan e li ser kurdan tê meşandin. Kurd jî bi sed salan wek tu caran siyaseta xepandinê li ser wan nehatiye meşandin, xwe ji xapandinê re vekirî dihêlin û gelek caran xwe dispêrin siyaseta xapandinê.
Dîroka kurdan bi gelek serpêhatiyên wihan re tijiye. Dewletên dagirker yên li ser Kurdistanê û hêzên piştgiriya wan dewletên dagirker dikin, niha jî dixwazin vê siyaseta bidomînin. Yek ji amûrê siyaseta xapandina kurdan, kurd bixwe ne. Ger kurd bixwe nebin amûrekî siyaseta xapandinê ya komkujî û dagirkeran, bandora siyaseta xapandinê ya dagirkeran bi ser nakeve. Hemû çîrokên berxwedanên kurd yên ji berxwedana Baban heta berxwedana Agirî qala çawa kurd hatin xapandin dike. Lê ev çerxa xapandinê divê êdî careke din nezîvire. Kurd vê çerxa xapandinê bişkînin.
Di salên berê de dewletên dagirker dema êrîşî kurdan dikirin yan jî komkujiyan pêk dianîn pêwîstiya veşartina vê nedidîtin. Lê di roja me êdî hemû dewletên faşîst û dagirker nikarin bêjin êrîşî kurdan dikin. Kes, siyasetên herî faşîst û komkujiya kurdan hedef digrin jî, di gotinên xwe yên rojane de qala biratiya bi kurdan dikin. Vê jî wek şêwazekî xapandina kurdan didin bi kar anîn. Îro serokê siyaseta faşîst ya tirk Devlet Bahçelî jî, dema diaxive dibêje birayê me yên eslê xwe bi kurd in. Ev gotinên bi vî rengî yên ji devê Bahçelî derdikevin ji aliyê dide diyarkirin êdî dewleta tirk ya dagirker û faşîst jî di siyaseta xwe ya komkujiyan kurdan de nikare ji kesê re îzahan bike. Ji bo wê jî pêwîstî bi kurdên destek didin komkujiya kurdan dibînin.
Niha partî Demokratî Kurdistan-Iraq (PDK-I) rolek bi vî rengî dilîze. PDK-I di vê rolê de wek di salên 1990’an de dibû beşek ji êrîşan û wek leşker beşdarî êrîşên dagirkeran dibû. PDK-I di siyaseta xwe ya kurdî de her dem xwe spart aliyekî dagirkerên li ser Kurdistanê. Hem li başûrê Kurdistan hem jî li rojhilatê Kurdistanê bi dagirkerên Kurdistan re bû yek û li dijî partiyê kurd yên li dijî ew dewleta dagirker şer dikirin, şer kir. Ne ji bo xwe, ji bo hevkariya dagirkerên Kurdistanê şer kir. Di rastî de bû beşek ji dagirkerên Kurdistanê. Hem dewleta Îran hem jî Tirkiye dema komkujî li ser kurdan dikir û dike xwe spart hevkariya PDK-I. Hebûna Partî Demokratî Kurdistan-Iraq li cem wan, dagirkeran vê wek ne li dijî kurdan e, li dijî hinek aliyên dixwazin tevlîheviyan bikin yan jî bi gotina dagirkeran “li dijî terorîstan şer dikin” dan nişandan. Xwe spartin hevkariya PDK-I wek partiyek kurd ji cîhanê re gotin “em li dijî kurdan e, wa kurd jî alîkariya me dikin” dan xuyakirin.
Dibe hemû partiyên kurd zanibin ku ji bo dagirkerên Kurdistanê cûdatiya siyaset û partiyên kurd nîne. Ji bo wan cûdabûna kurdên li dinva sînorê siyasî ya Iraqê, Sûriyeyê, Tirkiyeyê û Îranê tune ye. Ger hinek kes yan jî partî vê wiha dibînin û li gora xwe cûdabûniyek dixwazin bidin nişandan ev beşek ji xepandina dîrokî ya li ser kurdan e.
Niha dewleta tirk ya dagirker bi ser navê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) êrîşî başûrê Kurdistanê dike û dagirkeriya xwe li herêmê berfireh dike. Gund û bajarên herêmê bombebaran dike, daristanan dişewitîne û gelê herêmê dikuje. Li beramberê wê rayadarên dewleta tirk ya dagirker û yên komkujiya kurd dikin serdana başûrê Kurdistanê dike, ji bo wan di sondxwarina serokê herêma başûrê Kurdistanê de sirûda kurdan Ey Raqîb nehê xwendin.
Divê ez bibîr bixim ku eynê dewleta tirk ya dagirker dema herêma başûrê Kurdistanê ji bo serbixwebûnê çû referandûmê, yê vê referandûmê red kir û li dijî başûrê Kurdistanê gefan xwaribû. Bi taybet gotinên rayedarên tirk yên hebûna başûrê Kurdistanê ji bo xwe wek “kêmasî” dibînin em bizanibin. Çinkî gelek caran rayadarên tirk ji bo rojvayê Kurdistanê dibêjin “me şaştiya li bakûrê Iraq’ê kir em li bakûrê Sûriyeyê dubare nakin”. Ev rastiya siyaseta tirk e.
Niha kurd vê pirsê dikin çima hevkarî bi dagirkerên Kurdistanê tê kirin? Çi berjewendiyê we di vê siyaseta ku her roj kurdan dikuje, axa Kurdistan wêran dike heye?”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ezîz Koyluoglu