AMED – Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Umît Akbiyik ku 2 rojin wenda bû û tu agahî jê ne dihat girtin, ji milê polîsên dagirker ve hatiye binçavkirin. Li gorî agahiyan tê gotin ku polîsên dagirker li Otogarê ya Amedê Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Umît Akbiyik, binçav kirin.
Polîsên dagirker Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Umît Akbiyik, li Otogara Bajar a Amedê binçav kirin. Polîsên dagirker piştî Akbiyik binçav kirin birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirina Akbiyik nehat zanîn.