BRADOST – Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker gundê Navdarok ê Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran dikin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket.
Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker ji berî çend kêliyan dest bi bombebarankirina gundê Navdarok ê herêma Bradosta ya ser bi Hewlêrê kirin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Herwiha ji ber bombebaranê welatî nikarin mûdaxeleyî agir bikin.
Ji ber berdewamkirina bombebaranê ti agahî têkildarî ziyanê bi dest neketin.