BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da û got ku “Me berê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di 28’ê Gulanê de di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li qada Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de du hevalên me şehîd bûne.”
Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayên şehîd hate diyarkirin.
Nasnav: Aryana Botan
Nav û paşnav: Zozan Îbrahîm
Cihê jidayîkbûnê: Dêrik
Navê dê û bav: Henîfa-Hemît
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an/Qendîl
Nasnav: Rûken Goyî
Nav û paşnav: Bîşeng Yaman
Cihê jidayîkbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Emîne – Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 28’ê Gulana 2019’an/Qendîl
“Rêhevalên me Aryana û Rûken li hemberî zext û êrîşên li ser gelê Kurd di demên cihê de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûne.
Ev herdu hevalên me yên jin li qadên ku lê mane, bi kedkarî û girêdayîna xwe ya bi tevgerê re tên zanîn. Li gorî Îdeolojiya Jina Azad a Rêbertî xwe bi pêş ve birine û bi awayekî serkeftî peywirên xwe bi cih anîne. Ev herdu hevalên me yên jin heta êrîşên dagirker ên dewleta Tirk di nav têkoşîneke mezin de bûne.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê bigihînin serfiraziyê ya ku rêhevalên me hilgirtine û malbatên hêja yên her du rêhevalên me di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurd ê welatparêz re dixwazin.”