NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanên girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyakirin ku wan li Şirnexê herêma Cizîra Botan li dijî wesayitek zirxî û li hemberî leşkerên hêzên taybet ku peya di kolana Yafes tur davêtin bi bombeyên karên destan çalakî lidar xiste.
Yekîneyên Tolhildanê ku çalakiya xwe di saetên evarî de pêk anîbû, xesarek mezin da wesayita zîrxî ya dijmin. Herwiha gelek timên tenduristiyê polîsên dagirker hatin cihê buyerê.
Wesayit û polîsên dagirker ku hatin cihê çalakiyê hemû welatiyan yek bi yek di kontrolê de derbas kir. Kolana ku çalakî pêk hatibû polîsên dagirker xist bin dorpêça xwe û nehişt kes derbas bibe. Malên di kolanê de yek bi yek hatin kontrolkirin.