HEWLÊR – Li gorî agahiyên ji hinek siyasetmendarên Iraqê hatine girtin; Serokê hukumeta Iraqê yê berê Heyder Ebadî, di derbarê bê qanunî firotina petrolê ya Tirkiyê, li ser hukumeta Başurê Kurdistanê doz vekiriye. Lê piştî ku Adil Ebdulmehdî ji bo Serokwezîrtiyê hat hilbijartin, Tirkiye bi rêya Mesut Barzanî ketin nava hewildanan. Hat zanîn, Tirkiyê û PDK ji bo ev doz 5 sala were taluq kirin, Serokwerzîrê Iraqê Ebdulmehdî razî kirine. Bi vî awayî doza li hemberî Tirkiyê hatibu vekirin heya demekê serê wê hat girtin.
Tê gotin ku, li herêma Kurdistanê heya niha dahata petrola ku bê qanun hatî firotin 26 milyar dolar e.
Ji parlementerên Iraqê daxwaza şopandina dozê
Piştî ku hat zanîn wê doz were taluq kirin û ser were girtin, Parlementerê Parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed jî li ser lihevkirina neftê ya 50 salan di navbera Hewlêr-Enqerê de ji bo lêpirsînê bi nivîskî daxwaznameyek fermî ji Serokwezîrê Iraqê û Desteya Bilind a Nehiştina Gendeliyê re şand. Daxwazname wihaye; ‘’ji bo zelalkirin û parastina çavkaniyên netewî, bila daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan, bi taybetî Serokê Berê yê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî û Waliyê Berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm were kirin ku naveroka van rêkeftinên dinavbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Tirkiye de eşkere bikin’’.
Di Navbera Hewlêr û Bexda de Bazara Nefta Herêma Kurdistanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî piştî hilbijartina xwe despêkê çu Bexda û bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re runişt. Hat diyarkirin ku di civînê de Barzanî û Ebdulmehdî li ser petrola herêma Kurdistanê lihevhatine. Li gorî lihevhatina aliyan wê; herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft radestî Iraqê bike û li hember wê PDK baregehên xwe li Kerkukê veke. Hevpeymana ku di navbera herdu aliyan de hatiye kirin, wê piştî temambuna avabuna hukumeta Iraqê bi fermî bixin meryetê. Her wiha hat zanîn ku, bi temamî agahiya Tirkiyê ji van hevpeymanan heye û ji nêz ve çavdêriyê dike.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê