NAVENDA NÛÇEYAN
“İtifaqa AKP-MHP’ê ya ku dixwaze Kurdan qir bike, li her çar parçeyên Kurdistanê polîtîkaya xwe ya şer didomîne. Yekem aliyê ku firset ji bo AKP’ê dide û rê nîşan dide PDK’ye. PDK siyaseta xwe li ser bingehê malbat û eşîretê birêve dibe, ji bo wê jî dikare her tiştî bike qurban. Dîroka PDK ji roja hatî damezirandin û heya niha bi îxanet û xwesteka şerê birakujiyê tijiye.
Piştî her civînê, pêngav bi pêngav hewildanên dagirkirina xaka Kurdistanê tê plan kirin. Dewleta Tirk sala borî bi piştgiriya PDK’ê li Xakurkê Girê Lêlikanê dagir kiribû. Îsal ji bi navê operasyona ‘’Pençe’’ dîsa bi alîkariya PDK’ê dixwaze li Xakurkê Çiyayê Şekîf û tevahiya herêmên Parastina Medya dagir bike. Bê guman dagirkirina dewleta Tirk tenê bi çiyayê Şekif û herêmên ku PKK têdeye sînordar namîne. Ev jî tê wê wateyê ku, armanca wan ne tenê xilas kirina PKK’ê, dagirkirina herêmên Kurdistanî yên ku di dema Osmaniyan de hatibun dagirkirin ne. Tirkiye, despêkê li herêma Behdînan tevgera xwe zêde kiriye, çi dixwaze PDK pêşengtî jêre dike. Ev hertim wisa buye.
Di Navbera Tirkiye, Irak û PDK’ê de Pêvajoyek Nû
Ji despêka 2019’an û şunde têkiliyên Tirkiye, Iraq û PDK ket pêvajoyek nu de. Di navbera hersê aliyan de bi taybet PDK û rejima AKP’ê, pêlek nu ya diplomasiyê li ser dagirkirina Kurdistanê dest pê kir.
Serokkomarê İraqê Berhem Salih di 3’ê Çile de piştî hilbijartina xwe cara yekem çu Enqerê û bi hempîşeyê xwe re ji çapemeniyê re girtî civiya. Ji bo careke din nîqaşkirin û zelalkirina mijarên di civîna li Enqerê de, Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu di 28’ê Nîsanê de derbazî Bexda bu û bi Wezîrê Karê Derve, Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlemena İraqê re hevdîtin pêk anî. Çawuşoglu, paşê derbazî Hewlêr bu û destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî û aliyên Tirkmen re hevdîtin pêk anî. Di berdewamiya dîplomasiya navbera herdu aliyan de, Berhem Salih cara duyem di 28’ê Gulanê de li Stenbolê yek saet û nîv veşartî bi Erdogan û Rêveberê MİT’ê Hakan Fîdan re runişt. Di derbarê vê civînê de bi tu awayan agahî ne hatin parvekirin. Çuyîna Berhem Salih ya Enqerê û di heman demê de zêdebuna êrişên dagirkeriyê li ser xaka Kurdistanê, gefên İranê li aliyê Xinêre, bêdengiya dewletên cînar û dewletên rojavayî bi awayekî vekirî tê wateya mohrkirina ‘’hevpeymanekî navnetewî’’ ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê.
Çawuşoğlu di 10’ê Hezîranê de cara duyem ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve bi awayekî fermî ji bo merasîma sondxwarinê hat vexandin. Çawuşoglu, li Hewlêr careke din bi hemû rayedarên Iraq û hukumeta başurê Kurdistanê re ku tevlî merasîmê bune yek bi yek runişt. Çawuşoglu, piştî vegeriya Tirkiyê vê carê berê xwe da Tehranê û bi rayedarên İranê re gelek civîn pêk anî. Herî dawî Nêçirvan Barzanî di 20’ê Hezîranê de despêkê derbazî Bexda bu û bi Serokkomar, Serokwezîr û wezîrê Karê derve re civiya. Barzanî, roja paştir ji Bexda yekser berê xwe da Stenbolê û bi Erdogan re yek saet nîv ji çapemeniyê re girtî runişt. Nêçirvan Barzanî piştî civînê ji ajansa fermî ya Tirkiyê ‘’Ajansa Anadolu’’ re axivî û diyar kir ku ‘’di navbera hukumeta Tirkiye, İraq û herêma Başur de pêvajoyek nû û dîrokî dest pê dike’’.
Di Civînan de Çi Mijar Hatin Nîqaş Kirin?
Her çiqasî li ser civînan tu agahiyên zelal ne hatin parve kirin jî lê hat zanîn ku di navbera Bexda-Enqere de bi giranî mijarên krîza Suriyê, bi hevre parastina sînorên Irak-Suriyê, vekirina deriyên nu li ser sînoran, zêdekirina têkiliyên aborî, pirsgirêka av û ceyranê, hinardekirin û wergirtina petrolê û arikariya Tirkiyê ji bo ji nuve avakirina deverên di şerê DAİŞ’ê de xirabune, hatine nîqaş kirin. Her wiha di civînên navbera Hewlêr-Enqerê de jî derfet û alîkarî dayîna Tirkiyê ku bikare di xaka Başur de li gorî xwesteka xwe tevger bike, mijara Kerkuk û deverên bi nakuk, şandin û wergirtina dahata petrolê û zêdekirina têkiliyên aborî hatin nîqaş kirin. Tê gotin ku hemû civînên di navbera hersê aliyan de hatine kirin, agahiya tu aliyên siyasî yên Kurdî û Parlemena Herêma Kurdistanê li ser nîne. Heya niha jî di derbarê naveroka van hevdîtinan de tu agahî bi wan re ne hatine parve kirin. Ev civîn di navbera hukumeta irak, Tirkiyê, PDK û Serokkomar Berhem Salih de pêk hatine.
Li Behdînan Tirkiye daxwaz dike PDK pêk tîne
Piştî vebûna deriyek nû yê diplomasiyê di navbera Hukumeta Tirkiye, Iraq û PDK’ê de, Tirkiyê tevgera xwe li Başurê Kurdistanê zêde kir. Tê gotin ku dewleta Tirk ya dagirker 5 girên stratejîk li herêma Zaxo (Behdînan) ku 20 sale ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve tên parastin, daxwaz kirine û PDK’ê jî ev gir radest kirine. Girên ku pêşmergeyên PDK’ê radestî leşkerên dewleta Tirk ya dagirker kirine wihane; Girê Xemgînê ku dikeve beramberî girê Baroxê, li herêma Berwariyan girê Casus ku dikeve jora herdu gundên Qumriyê û Girika. Li herêma Zaxo 2 xalên li ser tunela dikeve derketina Zaxo li geliyê Çiyayê Sipî.
Ji dema hatina leşkerên Tirkiyê ya Başurê Kurdistanê di salên 1994’an ve endamên MİT’ê li van girên stratejîk diman û herêm çavdêr dikirin. Her wiha piştî leşkerên Tirk xwe di van giran de bicih kirin, PDK’ê hêza pêşmergeyan ya bi navê ‘’Supay Barzan’’ ji bo parastina leşkerên dagirker erkdar kir. Ango, li herêmê rejîma AKP-MHP’ê daxwaz dike, PDK pêk tîne.
Gelo PDK û İraq li beramberî dagirkeriyê çi dixwazin?
Hukumeta Iraqê bi giştî ji ber şerê DAİŞ’ê zererek mezin ya maddî ditiye, ji ber wê sedemê ji bi hezaran welatî koçber bune. Ji dervey wê İraq ji bo wergirtina ceyran û avê pêwistiya xwe bi Tirkiyê û İranê heye. Ji ber nakukî û krîza aborî ya heyî demekî dirêje hukumet bi temamî ne hatiye avakirin û her tê taluq kirin.
Herêma Kurdistanê, di sînorê navbera İrak û Tirkiyê de cih digire, ji ber wê sedemê jî PDK di her mijarê de ji bo anîna gel hev ya herdu aliyan hewildanên mezin dide, bazaran dike. Ango, ji bo İrak bi ser xweve were diyare wê gelek tavîzan bide Tirkiye. Bi taybet jî di mijara hinardekirina petrola Irak û herêma Kurdistanê de.
Wê demê; gelo li beramberî daxwazên Tirkiyê hukumeta İraqê çi helwest nişan daye û wê heya kuderê çavê xwe ji binpêkirinên Tirkiyê re bigire? Gelo li hemberî wê hukumeta İraqê ji Tirkiyê çi daxwaz kiriye? Gelo hukumeta Başur li hember dagirkirina Tirkiyê çi dixwaze? Gelo Tirkiyê ji herdu aliyan çi daxwaz kirine? Ger ku mirov van pirsan û pêşdeçuna têkiliyên hersê aliyan bine gel hev û analiz bike dikare bazarên ku li ser xaka Kurdistanê hatine kirin, fam bike.
Zêdebuna tevgera Tirkiyê di xaka başurê Kurdistanê de diyar dike ku herdu aliyan jî daxwazên Tirkiyê qebûl kirine û bi destûra wan dike.
Iraq, ji bo ji nuve avakirina Musilê û vegera penaberên xwe, wê ji Tirkiyê alîkariya maddî, avahîsazan (mühendiz) û kelupelan daxwaz bike. Ji bo pirsgirêka xwe ya av û ceyranê derbaz bike, her wiha krîza aborî daxîne wê daxwazên Tirkiyê qebûl bike. Ji bo pêk hatina van daxwazan jî di mijara petrolê de gihiştine encamekê ji bo herdu aliyan jî giringe.
PDK, ji bo li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet bakur (PDK-T, PAK) û Rojavayê Kurdistanê (ENKS) partî û aliyên girêdayî xwe mezin bike û pêşbêxe, bine astekî xwedî biryarên bi bandor ewê heya dawiyê bi hukumeta Erdogan re bi xebite. Heya dibe ku hukumeta AKP’ê di mijara vebuna deriyekî nu yê, qaşo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ewê PDK’ê bi kar bîne. Ji bo sud ji bazirganiya şandina petrolê, hinardekirin û wergirtina kelupelan di navbera İraq û Tirkiyê de bigire, wê ji bo navbeyînkariyê her tim amade be. Ji bo PDK’ê, bazara petrolê bi Tirkiyê re mijareke ku tu carî dev jê nayê berdan. Her wiha ji bo bi serbestî bikare di deriyên sînoran û navenda herêmê de bazarê bike ewê têkiliyên xwe her tim zindî bihêle.
Tirkiye li beramber, wê operasyonên xwe li ser xaka Başurê Kurdistanê berfireh bike. Armanca Tirkiyê wê ne tenê herêmên parastina Medyayê be, ewê xwe bi gihijîne sînorên di navbera herêma Kurdistan û Iraqê de. Ango, ji bo bikare li ser Kerkuk, Mexmur, Musil û Şengalê hakimyeta xwe çêke. Tirkiye, weke li Hewlêr, Bexda ewê daxwaz bike ku li Kerkuk û Musil jî Konsulusxaneya xwe veke.
Li beramberî van bazaran hemûyan yekane hêza ku li ber xwe bide û heya dawiyê tekoşîn bike Tevgera Azadiya Kurdistanê (PKK) ye. Ji ber wê sedemê jî yekem armanca dagirkeriyê wê Tevgera Azadiyê Kurdistanê be.
Leşkerên Tirkiyê weke beriya 30 salan çewa herêma Behdînan dagirkirin û li wir man, di vê pêvajoyê de jî heya ku biçe, ewê bi xwe dernekeve û bandora xwe lewaz neke. Ji ber ku armanca wan diyare. Dagirkirine.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê (Çiçek BOTAN)