QENDÎL – Balafirên artêşa Tirk a dagirker, di saetên êvarê de li nêzî gundê Berd Kuran ê herêma Kortek a Binarê Qendîlê du wesayîtên sivîlan bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên herêmî, di bombebaranê de 4 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Di nava kesên şehîd bûne de, jinek û zarokek 4 salî jî heye. Kesên ku di vê komkujiyê de şehîd ketin û birîndar bûn ji du malbatanin. Welatiyên şehîd û birîndar bûne rakirin nexweşxaneya navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê.
Navê şehîdên komkujiya îro ya Kortekê yên hatin diyarkirin wiha ne;
Ebdullah Alî Mîne
Heryad Ebdullah
Kurdistan Ebdullah
Navê birîndar yên hatin diyarkirin jî evin;
Mihemed Ebdullah
Melîk Mihemed Ebdullah
Teyîb Mihemed Ebdullah
Rabî Mihemed
Di sala 2011’an de li heman cihî komkujî pêk anîbû
Dewleta Tirk a dagirker, di sala 2011’an de jî li heman cihî dîsa wesayîta gundiyan bombebran kiribû û komkujî pêk anîbû. Di 21’ê Tebaxa sala 2011’an de balafirên dewleta dagirker, li ser rêya Kortek a Binarê Qendîlê wesayitek gundiyan bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de ji heman malbatê 7 kes hatibûn qetilkirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de 4 zarok û jinek ducanî jî hebû.
Piştî komkujiyê, li cihê bombebaranê peykerê endamên malbatê yên şehîd hatibû çêkirin.