AMED – Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê, ji bo girtiyên jin ên bertek nîşanî kamerayên li pêşberî serşok û tuwaletê wan hatin bi cih kirin, da cezayê hucrê hat dayîn. Ji bo 4 girtiyên jin her yek 11 roj cezayê hucrê hat dayîn. Jinan diyar kirin ku di dema sewqan de rastî pêkanînên di asta tacîzê de tên.
Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê, jinan bertek nîşan kamerayên li pêşberî serşok û tuwaletên wan hatine bicihkirin dan. Jinan xwestin ku kamera bên rakirin. Lê rayedarên girtîgehê ev daxwaza wan bi cih ne anîn. Girtiyên jin li ser vê yekê di 21’ê Hezîranê de kamerayên çavderiyê yên girtiyan dişopînin şikandin û bêfonksiyon kirin.
Li gorî agahiyên girtiyên jin, raydarên girtîgehê li ser vê bi hinceta kamerayên girtîgehê şikandin, her yek 11 roj cezayê hucrê dan Hacer Karaoglan, Elîf Akdemîr, Derya Aslan û Evîn Kaya.
Hat diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê ji nû de kamera bi cihê wê ve kir û girtiyên jin Mekiye Ormanci û Evîn kaya carek din bertek nîşanî bi cihkirina kamerayê dan. Hat dest nîşan kirin ku rayedarên girtîgehê derbarê her du jinan de lêpîrsina dîsîplînê dane dest pêkirin.
Girtiyên jin derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de ev agahî dan:
“Piştî grevên birçîbûnê zextên rêveberiya girtîgehê û cendirmeyan zêde bûne. Dema ku girtiyan jin, dibin revîrê û nexweşxanê, di lêgerîna ku rûmeta jinan bişike re derbas dikin û nêzîkatiyên dij mirovî dikin. Ji ber ku girtî lêgerîna dij mirovî qebûl nakin, çûyîna revîrê red dikin. Dîsan cendirme dixwazin girtiyên diçin nexweşxanê bi dengek bilind agahiyên nasnameyên xwe bêjin û bi vî awayî hewl didin tekmîlê bi wan bidin dayîn. Ferz kirina muayeneya bi kelepçe dewam dikin. Girtiyên ferzkirina kelepçe qebûl nakin jî, dermankirina wan tê taloqkirin. Cendirmeyên jin û zilam dema jinên girtî tên muayene kirin û rontgenên wan tên girtin li wan mêze dikin.
Berî 10 rojan li qawîşan lêgerînên dij mirovî, şikandina rûmeta jinê û di asta tacîzê de hatin kirin. Jinên ku bertek nîşanî vê rewşê dan, gardiyenan bi taybetî alavên wan belav kirin.
Pirsgirêka me ya ava gerim dewam dike. Em nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û ji bo temînkirina ava gerim jî setil nadin me.”