NAVENDA NÛÇEYAN – Duh êvarî balafirên şer yên artêşa Tirk li ser rêya Kortek 2 otomobolên xelkê sivîl kir armanca xwe. Di encama êrîşa balafirên artêşa Tirk ya li ser xelkê sivîl de, ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û 5 jî birîndarbûn.
Li ser vê yekê Şaxê Navçeya Soran a ser bi Hewlêrê ya Yekitiya Lawana Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;
“Duh êvarî carek din balafirên şer yên artêşa li Binarê Qendîlê 2 otomobêlên welatiyan kir hedef. Em bi tundî vê êrîşa ne mirovane ya artêşa Tirk a dagirker şermezar dikin. Em bang li civaka navnetewî dikin daku êdî li hemberî van komkujiyane bêdeng nemînin û sînorek ji bo dagirkeriyê artêşa Tirk danin. Erkê hikumeta Herêmê û Iraqê jî ewe ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zextê li dewleta Tirk bikin. Ji ber ku rewşa niha dibe sedemê çolbûna niştecihên herêmê û dûbarebûna metirsiyê li van herêmane berdewame.”