DÊRSIM – Walîtiya Dersimê li 30 herêmên navenda Dêrsim, navçeyên Pulur, Qisle, Pilemûriye û Xozatê di navbera dîrokên 1-15’ê Tîrmehê de Herêma Ewlehiya Taybet îlan kir. Cendirmeyên dagirker biryara walîtiyê birin ji keyayên gundan re ragihandin. Di biryarê de tê xwestin ku welatiyên li van hêrêman dijîn terk bikin.