QENDÎL – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, her sê sivîlên hatin kuştin wê bi merasîmeke girseyî bihatina veşartin.
Lê belê ji bo ku merasîm veneguhere hêrsa li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê, nûnerên YNK’ê yên herêmê ketin dewrê.
Nûnerên YNK’î bi malbatê re axivîn û kirin ku cenaze bi şev bi bayê bezê bên veşartin.
Balafirên şer ên Tirk êvara Pêncşemê bombe li sivîlên li Kortekê barandibûn û 3 sivîl kuştibûn 5 jî birîndar kiribûn.