NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker gundên ser bajarokê Çomanê bombebaran dike.
Balafirên şer yên artêşa Tirk gundê Pîromer û Brayetyan yên li ser bajarokê Çoman a ser bi Hewlêrê bomberan kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, xetên avê yên her du gundên Çoman ziyanek mezind dîtine. Li gorî agahiyan liv û tevgera balafiran ya li ser gundan dewam dike.
Duh êvarî jî balafirên artêşa Tirk li Kortek a Binarê Qendîlê 2 otomobêlên sivîlan kiribûn hedef û di encam de ji heman malbatê 3 kes şehîd bibûn û 5kes jî birîndar bibûn