NAVENDA NÛÇEYAN
“Ji despêka sala 2019’dan vir de bi hevkariya PDK’ê dinav Tirkiye û Bexdayê da deriyê dîplomsiyeka nû hate vekirin. Hate hînbûn ku di van hevdîtinanda li ser bazara operasyona hevpar a ku li ser Şengal, Mexmûr û Qendîlê da bêkirin hatiye lihevkirin.
Ji despê ka 2019’an vir de ev deriyê nû ye dîplomasî ku bi destê PDK’ê hatiye vekirin, heya niha 2 caran Serokkomarê Iraqê çûye Tirkiye û wezîrê kare derve yê Tirkiye ji çûye Iraqê, bi van çûyîn û hatinan hevdîtinên fermî hatin despê kirin. Di heman demê de Serokê herêma Başûrê Kurdistanê li Stenbolê û li Bexdayê bi rayedaran hevdîtinan pêk anîne.
Di nav 6 mehan de 4 serdan pêkhatin
Di 6 mehan de 4 hevdîtinên fermî di navbera dewleta dagirker a tirk, Irakê û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê de pêk hatine. Ev vekirina riya dîplomasiyê bi xwesteka dewleta tirk ji rayedarên PDK’ê ve pêkhat.
Ji hilbijartinên Iraqê vir de cara yekemîn serokkomarê Iraqê Berhem Salîh di 3’ê Çile de hat Enqerê û bi Erdoxan re rûniştinek pêk anî. Di 28’ê Nîsanê de ji wezîrê karê derve yê Tirkiye Mevlud Çawîşoxlu çû Bexdayê û bi wezîrê karêdervayê Iraqê Muhammed Ali El-Hekim, bi serokkomar Berhem Salîh, bi serokwezîr Adîl Abdulmehdî û bi gelek rayedarên Iraqê re hevdîtinan pêk anî.
Çawîşoxlu piştre derbasî Hewlerê bû û ewilî bi Nêçirvan Barzanî, Mesrur Barzanî û bi hêzên tirkmen re hevdîtinan pêk anî. Di nav vê pêvajoyê trafîka dîplomasiyê de di 28’ê Gulanê de bi Berhem Salîh cara duyemîn li Enqerayê bi Erdoxan re hevditin pêk anî. Divê civîna ku hatiye pêk anîn de şêwirgerê MÎT’ê Hakan Fidan û Mevlud Çawîşoxlu jî tevlî bûn. Di 10’ê Hezîranê de Neçirvan Barzanî wezîrê tirkiye yê karê derve Mevlud Çawişoxlî bi awayekî fermî vexwend merasîma sondxwarina xwe ya ji bo Serokê herêmê. Di pey mersîma sondxwarinê de li Hewlerê Berhem Salîh, serokê parlementoya Iraqê Mûhamed Halbûsî, Nêçîrvan Berzanî, Mesrur Barzanî, Mesut Barzanî û bi aliyên tirkmenan re dîsa hevdîtin pêk anî. Di 20’ê Hezîranê de dîsa Nêçirvan Barzanî li Bexdayê bi rayedarê dewletê re hevdîtinan pêk ani û ji wir jî di 21’ê Hezîranê de derbasî Stenbolê bûye û bi Erdoxan re hevdîtin pêk aniye. Ev civîn û hevdîtinên ku dinav Tirkiye, Iraq û rayedarên Başûr de çêbûn ji raya giştî hate veşartin û encamê wê nehatin eşkerekirin, ka bê çi hatiye axaftin…
Di paş perdê de bazarên qirêj hatine kirin
Di van hevdîtinên sê alî de, li ser pêşxistina têkîliyên aborî, parastina sînorên sîyasî, li ser axa Başûrê Kurdistan pêk anîna operasyonan û gelek mijar din hatine bazarkirin.
– Li gorî agahiyan, Tirkiye di gel daxwazên dewleta Iraqê û rayedarên hikumeta herêmî ya Başûr li ser hin mijaran lihevkirine. Li beramberî vê yekê wê Tirkiye konsolosxanek li Mûsulê veke.
– Ew ê li hêla Telafer deriyê sînor veke
– Wê sînorên Iraq û Sûrî bi hikumeta Iraqê hevpar biparêzin
– Li Şengal, Qendîl û Mexmûrê wê operasyonên hevpar pêk binin
Li Şengal, Mexmûr û Qendilê li ser operasyona hevpar lihevkirin. Li ser daxwaza Tirkiye a operasyona li ser Şengal, Mexmûr û Qendilê a bi alîkariya PDK’ê, hin encamên dawî hatin diyar; li gor van pîlanên ku hatine kirin, PDK’ê tundiyên li ser Qampa Mexmûrê zêde kiriye. Koçberên qampê çûyîn û hatinên xwe yên herêmî azad nikarin bikin, destûr nayê dayîn ji wan ra ku ji herêmekê biçin herêmek din. Kesên ku diçîn Hewlêrê nexweşxanê û pêwîstiyên xwe yê jiyanî bînin cih, bi henceta ku dema nasnameya wan derbas bûye tên girtin, tên wendakirin. PDK’ê di nav vî 15 rojên dawî de dest daye ser 6 kesê Mexmûrî û wan daye wenda kirin. Li gel hemû hewldanan jî aqûbeta nayê hinkirin.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê