BRADOST – Çalakiya mertalên zindî li Bînarê Qendîl û herêma Bradostê didomin. Çalakvanên Mertalên Zindî bi riya ajansa me peyamek ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê û gelê Bradostê re şand û banga mezinkirina çalakiyê kir.
Çalakvanê Mertalên Zindî ev peyam da:
“Me wek Ciwanên Welatparêz bi şiyara “Na ji dagirkeriyê re, na ji destwerdana Kerkûkê re bijî Berxwedan”dest bi çalakiya Mertalên Zindî kir. Me çalakiya xwe befirehtir kir û em derbasî herêma Bradost bûn. Îro jî çalakiya me li Bradostê di roja 6’emîn de ye. Çalakiya me baş derbas dibe, rojana welatiyên herêmê serdana me dikin. Bi vê çalakiya xwe em li dijî êrîşên dagirker yên dewleta faşîst ya tirk disekînin û xwedî li axa xwe derdikevin. Em bang li hemû ciwan û gele Bradost, herwiha tevahî Ciwanên Kurdistanî dikin ku werin beşdarî çalakiya mertalên zindî bibin. Werin em dest bi dest li dijî dagirkeriyê derkevin û li axa xwe xwedî derkevin.”