NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî Artêşa Netewî ya Lîbyayê daxuyakirin ku wan balafirek eskerî ya aîdî dewleta dagirker ya tirk xistiye, rojnameya ‘Sözcü’ nûçeya ku wek lezgîn û bi vê sernivîsê “Balafirek ket” da piştî demek kin ew nûçeya bi mudaxelya Navenda Şerê Taybet yê Tirkiye rakir. Nûçeya rojnameya Sözcü ku di torên civakî dengvedanek mezin avakir, piştî 15 deqa di weşanê de ma hate rakirin. Heta niha Sözcü der barê Nûçeya ku şunde kişand tu daxuyanî nedaye û xwe ker kiriye.
Herwiha medyaya tirk ya goncal wek hertim der barê bûyerê de bêdengiya xwe diparêze.