NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrîşa ku 6’ê Gulana sala 1996’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, Zîlan (Zeynep Kinaci) 30’ê Hezîrana sala 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî kiribû. Gerîlayên YJA-Starê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî hest û nêrînên xwe bi nameyan nivîsandin.
Nameya Kinaci ku bi sernavê; “Ez dixwazim bibin xwediyê çalakiyekî bihêz û jiyanekî bi wate” destpê dike gerîlayên YJA-Starê bi nivîsên; “Xwedawenda Rojhilata Navîn Zîlan, tu bi ruhê azad û ramanê xwe bûyî bêmirin.” Name nivîsandin.