BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên nasnameyê ya 5 gerîlayên jin ku li Dersimê şehîd bûne ragihand.
HPG’ê di daxuyaniyê de wiha got:
”Di daxuyaniya xwe de ya 13’ê Hezîranê me bi raya giştî re pavekiribû ku 8’ê Hezîranê li qadên Mêrga Çepra û Mêrganê ya Dersimê navendê, dema ku artêşa TC’ê ya dagirker operasyon dabû destpêkirin, di şer de hevalên me Dîcle (Canan Çelîk), Berfîn (Mihrîban Durmaz), Havîn (Ceyda Sarikaya), Kînem (Halîde Karakûş) û Nûda (Fatma Ozgun) şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Dîcle Amed
Nav û Paşnav: Canan Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Latiîe – Husnu
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an
***
Nasnav: Berfîn Ararat
Nav û Paşnav: Mîhrîban Durmaz
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Zarîfe – Mehmet Faîk
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an
***
Nasnav: Havîn Tekoşîn
Nav û Paşnav: Ceyda Sarikaya
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Songul – Sabahattîn
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an
***
Nasnav: Kînem Amed
Nav û Paşnav: Halîde Karakûş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Şanzîme – Mîkaîl
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an
***
Nasnav: Nûda Herekol
Nav û Paşnav: Fatma Ozgun
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdin
Navê Dayik – Bav: Nerîman – Namik
Cih û Demê Şehadetê: Dersim / 8’ê Hezîrana 2019’an
Bi vê çarçoweyê di nav xebatên ciwan û civakî de xwe pêş dixe. Bi vê tecrûbeyê sala 2004’an gava pêşî davêje çiyayên Kurdistanê û bi aktivî dikev naf refên gerîla de. Hevrê Dîcle ku pir ketiyê gelê xwe, şehîdan û nirxên çanî ye, bi salan li eniya pêş a şer mohra xwe li gelek serkeftinan datîne.
Hevala me Dîcle ku 1983’an li Farqîn a Amedê li nav malbateke welatparêz jidayik bûyî, hê bi ciwanî faşîzma dewleta TC’ê ya li Kurdistanê dibîne. Hevrê Dîcle ku salên ciwaniyê li metropolên Tirkiyê dibîne ku zext û mêtingeriyeke çawa li ser Kurdan dikin, bi hişmendiya welatparêzî û hezkirina li welêt dest bi têkoşînê dike.
.
Ji Qadên Parastinê yên Medyayê heta Botanê, ji Botanê heta bi Dersimê li gelek deverên Kurdistanê dibe fermandareke aktîf a gerîla. Hevrê Dîcle hemû berpirsyarî û peywirên ku ketine ser bi bi çanda şoreşger a kûr rê ve biriye û bi rengekî srkeftî peywira xwe temam kiriye.
Hevalên me Berfîn, Havîn, Kînem û Nûda hê bi ciwanî tevlî nav refên azadiyê bûne û di demeke kurt de bûne milîtanên pêşketî. 4 hevalên me ku di nav şertên dijwar de kedeke mezin dane, li dijî êrîşên faşîst ên dewleta TC’ê ya faşîst bi rengekî fedaî li ber xwe dane û bûne hevrêyên me yên mînak.
Hevrêyên me ku di demeke kin de di xeta gerîlayên modern ên sedsala 21’ê de xwe pêş ve birin û peywirên ku bi vê çarçoweyê dane ser milê xwe bi rengekî serkeftî bi cih anîne, wê her demê mîna milîtanên dilêr ên Dersimê werin bibîranîn û ji bo me hevrêyên mayî bibin ronkahî.
Bi vê çarçoweyê em sond dixwin ku alaya azadiyê ku hevrêyên me Dîcle, Berfîn, Havîn, Kînem û Nûda hildane û tevlî nav karwanê şehîdan bûne bi serfiraziyê tacîdar bikin, sersaxiyê didine malbatên wan ên hêja yên welatparêz û gelê Kurdistanê ku ew di hembêza xwe de mezin kirine.”