BRADOST/BÎNARÊ QENDÎL – Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk didome. Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Komek ji çalakvanên Meralên Zindî ên li Qendîl di 24’ê Hezîranê ji bo befirehkirina çalakiya xwe derbasî Bradostê qada şer ya germ bûn.
Îro çalakiya ciwanan ya Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê di roja 16’emîn û ya li Bradostê di roja 6’emîn de didome. Ciwanên ku beşdarî çalakiyê bûne roja xwe têr û tijî derbas dikin. Ciwan her evar li ber agir stranên şoreşgerî dibêjin û nobetê digrin.