DÊRIK – Bi dehan ji şêniyên Dêrikê û endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê, da ku beşdarî merasîma salvegera şehadeta têkoşer Zîlan bibin, kom bûn.
Piştî rêzgirtinê derbarê dîrok û berxwedana şehîd Zîlan ku di nava refên partiya Azadiya Kurdistanê de cihê xwe digirt, sinivîzyonek hate weşandin. Paşê nameya şehîd Zîlan ji aliyê yek ji rêveberên Yekîtiya Jinên Ciwan Emara Tolhildan ve hate xwendin.
Piştî xwendina nameyê koma Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrikê çend stran pêşkêş kirin.