Ji Serokatiya Partiyê Re.
Ez di sala 1972’yan de li navenda bajarê Meletiyeyê ji dayîk bûm. Navê min Zeyneb Kenacî ye. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmalî ku girêdayî navenda Meletiyeyê me. Navê eşîreta me, Mamûrkî ye. Min li Meletiyeyê, li Zanîngeha Înonû beşa rêberî û şêwirmendiya derûnî xwend. Berî ku ez beşdarî nav refên tevgera netewî bibim, min li nexweşxaneya Meletiyeyê wek teknîsiyaneke rontgenê kar dikir. Ez zewicî me û hevserê min ji Amedê ye, ji navçeya Egilê, gundê Xiliyanê ye. Ew jî ji wê beşa zanîngehê mezûn e. Hevserê min di zivistana 1995’an de, dema xebata “Eniyê” li bajarê Edenê dikir, bi dîlî kete destê dijmin. Ji aliyê aborî ve, rewşa malbata min normal e. Bi sînor be jî ez hinekî serbest mezin bûm. Dema hên min di lîseyê de dixwend, bîr û baweriya çep û kurdayetiyê bandora xwe li ser min kir. Min di wan salan de dest pê kir û bi çavekî rexnegirî li jiyanê mêze kir. Lê ez nêzîkî tu hêzeke siyasî nebûm û neketim nav xebatê. Dema min li zanîngehê xwend, dîtin û meyla min a çepîtî hên zelaltir bû û sempatiya min ji PKK’ê re zêde bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî, lê hestên kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê min ê kurdperwerî bi pêş diket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêzan ne bi rêxistin bûn. Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş bimînim. Lê bi demê re dîtina min xurt û zelal bû û di dawiyê de ez beşdarî nav refên têkoşînê bûm.
Di sala 1994’an de li bajarê Edenê, min di nava “Eniyê” de dest bi xebatê kir. Bi qasî salekê min xebata xwe domand. Ez di perwerdehiyeke cidî re derbas nebûm. Her çiqas min dixwest jî, ji ber sedemên kesên di rêveberiyê de bûn û paşê hatin girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nekarîbûna guherandina kesayetiyê, bi pêş ve neketim û nebûm xwedî serkeftinekê.
Di sala 1995’an de li herêma Dêrsimê, ez beşdarî nav refên ARGK’ê bûm. Di nav refên ARGK’ê de, min jiyana xwe ji serî heta binî di ber çavan re derbas kir û kesayetiya xwe nas kir. Di kesayetiya min de serwextî û têgihîştineke pêşketî çêbû. Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve, ez bi hêztir bûm û bi pêş ketim. Têkoşîna me ya di pêşengtiya PKK’ê de her ku çû xurt bû û ji hemû mirovahiyê re bû destkeftiyê herî mezin; her wiha ji gelên bindest re jî, di riya sosyalîzmê de bû hêvî. Ev gelê me yê ku bi tevahî hatibû înkar û bêkesayetkirin, di dîrokê de cara yekem serbilind û serfiraz bû. Her wiha ev gelê ku nirxên wî yên netewî, çand, ziman û nasname hatibû înkar û îmhakirin, ketibû bin destên dijmin û hatibû bêkesayetkirin; bi vê têkoşînê careke din hişyar bû û zana bû. Ew bû xwediyê cesaret, qehremanî, zanabûn û berpirsiyariyeke mezin hilgirte ser milên xwe. Ev gelê ku ji hestên nîştîmanperweriyê dûr, ji dijmin re stûxwar û bendewar, bê ax û welat, ji aliyê zordestên dîrokî ve hatiye hûrkirin, pelixandin û çewsandin, heta îro pêşeng û ronakbîrên xwe yên rastî dernexistibûn… Niştimaneke xirabe û wêran mabû… Damezrevan û serokê PKK’ê Serok Apo ev rewşa berovajî û negatîv ji binî ve guhert. Gelê kurd ne bi tenê bê nasname bû, her wiha mejiyê wî jî ji bo dagirker û karbidestan dixebitî û ketibû xizmeta hêzên paşverû û Împeryalîst. Lê Serok Apo gelê kurd ji xewa mirinê hişyar kir, rakir ser lingan û ne ji bo biyaniyan, ji bo wî bi xwe xiste nav têkoşîn û şerê azadiyê. Helbestvanê kurd ê mezin Ehmedê Xanî digot ku: “Eger serokekî me yê durist û bi namûs hebûya, dê em jî nebûyana dîlê ereb, ecem û tirkan”. Serokên kurdan ên sexte heta niha berjewendiyên xwe yên kesî, malbatî û eşîrtî dane pêş yên gel û di dîroka Kurdistanê de ev rewşa lanetbûyî demeke dûr û dirêj heta niha domandiye.
Mirov dema li dîroka her netewekî dinêre, bi taybetî li dîroka şoreşa wan dikole, rastî serokên wan ên ku di riya rizgariyê de têkoşane û rista xwe ya mezin lîstine, dibe. Dîrok hem ji bo bizavên rizgarîxwaz ên netewî, hem jî ji bo yên çînî baş dide diyar û zelalkirin ku bê serokatî ew rizgar nebûne û bi ser neketine. Serokatî di warê nûbûn û pêşketinê de, di pileya bilind de nûnertiya tevayî bizavê dike. Serokatî ji bo mirovê nû, dîtina nû û civata nû hemû jiyana xwe terxan û pêşkêş dike. Jiyana xwe li gor jiyana gel pêk tîne, çarenûs û serkeftina xwe di çarenûs û serkeftina gel de dibîne. Ew ji bo rizgariyê peywir û berpirsiyariyan di pileya bilind de digire ser milên xwe û pêk tîne.
Ji gelê me re mafê jiyaneke rastî nemaye, ji her alî ve hatiye qedandin. Li cîhanê tu gel weke wî ji rastiya xwe nehatiye dûrxistin û ji xwe re bûye biyanî; nirx û hêjayên wî yên neteweyî, çandî û civakî nehatine mêtin… Li hember vê rewşa han, pêwîst e ku serokatiya PKK’ê ji yên din cudatir be. Di vê rewşê û warî de “Serokatiya Pariyê” ji her alî ve û bi taybet pêtir nû, jîndar û pêşketî be. Jiyana xwe bi tevayî ji şoreşê re bike gorî û bikeve xizmeta gel. Bi rastî jî PKK’ê û Serokatiya wê xwediyê van taybetmendiyên jorîn in.
Dema mirov li dîroka şoreşên cîhanê dinêre, hem gelên ku şoreşên neteweyî û hem jî yên çînî pêk anîne, ew xwedî gelek derfetên dîrokî, civakî, çînî û çandî bûne. Înkarbûna wan a neteweyî tunebûye. Pirsgirêka wan a takekesî ne weke ya me mezin, hûr û kûr bûye. Dîroka wan weke ya me nehatiye têkdan. Jinên wan ew qas jêrdestî û çewsandinî nedîtine û paşketî nemane. Ol weke ku di nav me de ew qas bi xirabî hatiye bikaranîn, di nav wan de nehatiye bikaranîn. Ew gelên din li ger rewşa xwe li dij dijminê xwe reaksiyon nîşandane. Di nav wan de kêm be jî azadî û wekhevî hebûye. Serok û pêşewayên wan kêm be jî, ji ronakbîr û xwendekarên xwe sûd, piştgirî û alîkarî dîtine û girtine. Di şoreşa Kurdistanê de ev taybetmendiyên hatin destnîşankirin bi tevayî nemabûn.
Serokatiya partiyê ji rastiyeke gelek jar derketiye rê. Dîtin û nêzîkbûna wî ya li ser pirsên ol, jin, kesayet û malbatê gelekî bi zanistî ye û di ciyê xwe de ye. Serokê şoreşa Rûs Lenîn, bi xwe di pirsa jinê de çareseriyeke têr û rast daneynaye holê û bi lêv nekiriye. Damezrandina artêşa jinan, pêkanîna kongre û konferansên jinan li cîhanê bi tenê di dîroka şoreşa me de hene û di pratîkê de pêk hatine. Rengê jiyana serokatiyê, kûrahî, hişmendî, helwestgirtin, pêşxwedîtin, hêz û hunermendiya axaftin û şîrovekirinê; duristî, ezmûn û zanabûna zanistî ku di kesayetiya serokê me de hene; mirov nikare bi tu serokî re bide hember hev. Li bûyeran dogmatîk nanêre. Serokatiya me rastiya Kurdistanê û şoreşên cîhanê baş analîz kiriye, encam û ezmûn ji wan derxistiye û derdixe. Li ser vê rastiyê hîmê şoreşa Kurdistanê daniye. Ne bi awayekî teqlîd, kopiya û dogmatîk, heta tu dibêjî bi awayekî afirandêr ji wan wane û ezmûn wergirtiye. Sosyalîzm pir baş analîz kiriye û li gor merc û hoyên gelê xwe encam jê derxistiye. Niha jî bi awayekî zanistî di jiyana pratîk de bi kar aniye û tîne. Her wiha PKK’ê xwe di kesayetiya serokatiyê de îfade kiriye û dike.
Ev pêşketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne, berhem û encama keda serok in. Ew bi xwe serkaniya evîn, hevgirtin û yekîtiyê ye. Di kesayetiya xwe de, profîla mirovekî nû çêkiriye. Wî daye îspatkirin ku mirovek dikare çendî xwe nû bike û bi pêş bixe. Îro pêdivî û durişmeya şoreşa Kurdistanê “Em ji bo serkeftin û azadiyê bikevin nav refên hêzên partiyê, artêşê û eniyê” ye. Ev durişmeya, hemû pirsên talî û biçûk dide aliyekî din, rastiya rewşa gelê kurd û ya dijmin bi awayekî zelal û berbiçav li ser bingehekî giştî, derdixe holê. Ji vir û şûn ve; hemû gelê kurd û bi milyonan mirov bi dilovaniyeke germ hembêz dike, ew dixe xizmeta şoreşa rizgariya neteweyî û sosyalîzmê. Ev têkoşîn û şerê bêhempa yê bi deh salan, komara Tirkiyê ya faşist ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî û çandî ve xistiye nav kirîzeke kûr û mezin. Wiha bûye ku dewleta Tirkiyê îro bêçare maye.
Di vê dema nû ya ku em çîrûskên serkeftinê dibînin de, hêvî û baweriya gel ji ya me zêdetir bûye. Divê em xwe li gor jiyan, bîr û baweriya “Serokatiyê” û têkoşîna wî amade bikin û bersiva demê bidin. Bi hemû hêz û zanabûna xwe, berpirsiyariyên xwe bi cî bînin. Em pirî caran rexne li xwe digirin û dibêjin: Kesayeta bûrjûwaziya biçûk, gundî, bîr û hestên feodaltî, kesayetiya dijmin û bandora şerê taybet li ser me çêbûye, yan jî heye. Êdî baş diyar e ku em bi rexnegirtinên wiha bi pêş nakevin. Li gor min rexnegitina herî rast û di cî de, pratîka me ye. Dijmin bi awayekî giştî bi ser me de tê û êrîşî me dike. Pêwîst e ku em jî bi hemû hêza xwe bi ser dijmin de herin û bi dijmin bidin hîskirin ku em bi biryardarî û bi bîr û bawerî berdêla azadiyê didin û xwe di vê riyê de gorî dikin. Dema mirov li dîroka têkoşînê dinêre, PKK’ê bi qehremanî, berxwedan, ked û xebat û bi bîr û bawerî bûyerên wiha mezin û girîng derxistine holê ku ew tiştên dûrî aqil û hişmendiyê ne. Berxwedan hîmê rewişta (karektera) PKK’ê ye.
Pêwîst e ku em xwedî li vê mîrateya pîroz a dîrokî derkevin, biparêzin û pêdiviyên vê demê bi cî bînin. Niha dem, dema çalakiyên întîharî ye. Ev pêwîst e. Ev pêşveçûneke taktîkî ye. Ev cureyê çalakiyê moralê dijmin xira dike û têk dibe; moralê me jî gelek xurt û bilind dike. Dijminê gêj û xint, dê bi vê cureyê çalakiyê, gêjtir û xintir bibe. Çalakiyeke bi vî rengî her ciyê ku dijmin li wir e, der û dorê lê teng dike, nîştîmanê jê re dike zîndan û goristan. Ji aliyê me ve jî morala gel xweş dibe, morala hemû şervanên me xurt û bilind dibe. Dost û dijminên me careke din dibînin ku em li ser doza xwe çiqas bi biryar in û li ser vê dozê di gewdeyê xwe de bombeyan diteqînin, bi vê yekê berdêl û nirxên azadiyê didin. Em bi pêşengitiya van cureyên çalakiyan daxwaza gelê xwe ya ji bo azadiyê bi tevahiya cîhanê didin diyarkirin. Bi reng û cureyên çalakiyên wiha, em şer xurt û berfireh, bi lez û bizav dikin.
Serokê min!
Ez xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata we ya kûr û hûr û bêhempa gewdeyê xwe gorî bikin jî, ew qas ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji derî can û gewdeyê me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida. We bi jiyana xwe neteweyek ji nû ve vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn garantiya hemû gelê Kurdistan û cîhanê ne. Jiyana we ji bo me şeref e. Evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şerefê dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo mirinê di emrê we de ne. Ev dilniyazbûna we, me jî digire bin bandora xwe û dikişîne nav tîkoşînê. Di demên herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê me û em hewl didin ku jê manewiyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde rûmeta şehîdan dizane hûn in. Ji ber vê yekê, çavên me li pey me vekirî namînin. Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re weke wezîfe dihesibînim û xwe berpirsiyar dibînim. Ez dixwazim xwedî li berxwedana hevalên wek Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim û riya wan bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibim dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka împeryalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyan di gewdeyê xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîşana berxwedana jina kurd.
Ez ji bo jiyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim bibim xwediya jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Di pêşengtiya serok Apo de têkoşîna me ya rizgariya neteweyî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelên cîhanê de ciyê xwe yê giranbiha bigire û bigihîje mafê xwe.
Li ser vî bingehî careke din nêzîkayî û duristbûna xwe ji serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim.
Ji bo jiyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediya jiyaneke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.
Ji şervanên azadiyê yên jinên Kurdistanê re!
Têkoşîna me ya rizgariya neteweyî ku di bin pêşengtiya Serok Apo û PKK’ê de tê meşandin, ew li Kurdistanê rewşa civakî ya paşvemayî baş dibîne û dinirxîne. Ji bo guhertin û çareseriya wê, bi giştî û pir alî tîkoşîneke bêhempa û bêrawestan tê dayîn. Ketin û pelçiqandina jinê bi civaka çînî re dest pê kir. Di dema qonaxa komunal û têkiliyên hilberînê de jin bi xwe aktîf û azad bû. Piştre ku sermaye civiya û kete destên mêran, civaka çînî jî derket holê. Bi vê demê re jinê jî hêz û bandora xwe winda kir. Ji civaka kole derbasî civaka feodal bû û ji civaka feodal jî derbasî civaka kapîtalîst û emperyalîst bû. Di hemû civakên çînî de çewsandin û pelçiqandina jinê berdewam kir; lê bi tenê rengê wê hate guhertin û hên bi zanabûn û hunermendî rewşê berdewam kir.
Teoriya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her alî ve azad dike, dijberiya nav çînan radike û wekheviyê diparêze. Ji bo pêkanîna mercên jiyaneke azad, derfetan diafirîne û ji bo jinê derfetên jiyaneke wekhev û mirovahî pêk tîne. Lê belê sosyalîzma ku hebû û hat jiyankirin, her çiqas ji bo jinê bingehekî azad û rast negirt jî, xwest wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giştî çareseriyekê bibîne. Lê hewldanên ji bo azadiya jinê teng û bi tixûb man.
Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsgirêka jinê binêre, dibîne ku ketin û pelçiqandina jinê hem ji bo ku jin e û hem jî ji bo ku jina welatekî dagirkiriye, girantir û kûrtir e. Berî destpêkirina têkoşîna me ya rizgariya neteweyî, mirov nedikarî li Kurdistanê qala hebûn û vîna jinê bikira. Ev ne gengaz bû. Jin ne tu tişt bû. Weke ku helbestvanê tirk Nazim Hîkmet dibêje: “Li ser sufreyê piştî ga dor tê jinê.” Rewşa jina kurd wiha xirabe ku pirsgirêk gelekî mezin û kûr e. Pêwîst e ku di vî warî de xebat jî wiha mezin û bêwestan be. Hejmara jinên kurd ji nîvî hejmara kurdan zêdetir e. Heta pirsgirêka jina kurd neyê çareserkirin, mirov nikare qala azadiya jina kurd bike.
Serokatiya partiyê weke di her warî de, di warê pirsgirêka jina kurd de jî analîzên gelek hûr û kûr kiriye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê serkêşî û pêşengtiyê dike. Rewşa ku niha em tê de ne, ji aliyê pêşveçûn û azadiya jinê ve pêngavên mezin hatine avêtin û rewş di pileya bilind de ye. Lê belê, ketin û pelçiqandina jinê di rewşeke wiha xirab û cidî de ye ku hema hema bi dîroka mirovahiyê re dest pê kiriye. Di rewşeke wiha de, bi yek carî azadbûn û rabûna jinê ne hêsan e. Demeke dirêj jê re divê. Partiya me PKK’ê di vî warî de her gava ku davêje, vê dema dirêj kintir dike. Xebata azadkirina jinê karekî pîroz û perwerdehî ye. Ji ber vê yekê, divê mirov bêtir xwe nêzîkî serokatiya partiyê bike û pê re durist be. Divê têkoşîn geş bibe û ked bê dayîn. Jin bi xwe jî bersiva vê yekê bidin. Ref bi ref werin têkoşîna nav rêxistinê û pêngavên azadbûnê bavêjin. Lê em weke jin gelekî bi paş de mane, yan jî bi paş de hatine hîştin. Em ji xebat û hewldanên serokatiyê gelek dûr in.
Riya azadbûnê di têkoşîn û şer re derbas dibe. Ji bo ku mirov baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be. Eger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin qala vîneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyeke ku azadbûna jinê bi şerkirin û têkoşînê ve girêdayî ye. Ha eger ku wiha ye, wê demê armancên me diyar in. Pêwîst e ku em nîştîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta jina kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Wê demê em dibin xwediyê xebat û hewldaneke mezin û pîroz. Bi hezaran jinên me hene ku ji bo azadiyê ked û xwêdana xwe dane, pêşketine û di vê riyê de xwîna xwe rêtine. Hevalên me Bêrîvan, Rehîme, Besê, Ronahî, Zekiye, Mizgîn û Rehşanê di nav şehîdan de bi jiyan û têkoşîna xwe gihîştine lûtkeya azadiyê û bûne sembola wê. Ew bi şehadetbûnên xwe hem di nav têkoşîna rizgariya neteweyî de û hem jî di warê azadbûna jinê de pêşengên me ne. Van hevalên me hem ji bo jinên şervan ên azadiyê û hem jî ji bo me hemûyan serçaviya moral û cesaretê ne. Divê em li dij paşvexistina civaka Kurdistanê û bi taybetî li dij koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Ev hêrs û rika xwe bi zanabûna bîrdozî û polîtîk bikin yek, peywir û berpirsiyariyên xwe yên dema niha bi cî bînin. Ji bo şerê rizgariya neteweyî, pêngavên pratîk bavêjin.
Li ser vî bingehî û rastiyê biryara min a bibim gerîlaya “Întîharî”, ne bi tenê li ser navê kesayeta xwe, di serî de ji bo ku ez layîqî Serok Apo û partiya me PKK’ê bibim, bi giştî jî ji bo hemû mirovên ku keda wan tê xwarin, tên zêrandin û bindest in, bi taybetî jî ji bo azadiya gelê Kurdistanê û bersiva azadiya jinên kurd bidim û nûnertiya wan bikim, vê biryarê didim û bi cî tînim. Ev biryar moral û cesareteke mezin û xurt dide min. Ev hesteke wiha mezin dide min ku ez nikarim pênaseya wê bikim. Çûyîna li pey rêça şehîdên me yên azadiyê û berxwedanvanên me yên mezin bi awayekî rast û durist li mîrateya wan xwedî derketin, hest û tatêleke bi şeref e. Ji ber ku ez dibim xwediya vê peywirê û berpirsiyariya bi şeref, ez xwe serbilind, şahnaz û bi şans dibînim. Ji ew jinên ku bi hezaran kul û keser kişandine, ked dane, xebat kirine, li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin re, ji partiya me PKK’ê û Serok Apo yê ku ev çendî xebatê dike re, silav û rêzgirtina xwe pêşkêş dikim. Li ser vî bingehî, divê hûn hên bêtir rêxistinê xurtir bikin û bibin xwedî gotin, vîn û avakirina bingehîn. Bibine artêş û bersivê bidin. Ez hêvîdar im ku hûn rojê azad bi destên xwe ava bikin!
Ji gelê Kurdistanê yê nîştîmanperwer û raya giştî ya şoreşger a cîhanê re!
Di dîroka her gelî de bûyerên wiha girîng hene ku ew çarenûsa gel diguherin. Weke şoreşa bûrjûwazî ya Fransayê, şoreşa Bolşevîk a Rûs û şoreşa Îslamê… Ev bûyerên wiha mezin û girîng her çiqas li dîroka neteweyekî bandoreke mezin dikin, lê pê re jî rê li pêş hemû dîroka mirovahiyê vedikin û bandoreke xwe ya xurt li seranserê cîhanê dikin. Dîsa di dîroka her gelî de pêşewayên wiha derdikevin ku mor û demxa xwe li dîrokê dane. Navên xwe di dîrokê de kola ne. Îskenderê Mezin, Lenîn, Meo û Muhemed ji wan in… Ew bi pratîka xwe, hem ji bo gelê xwe û hem jî ji bo dîroka mirovahiyê, di prosesên girîng de rista xwe ya pêşewatiyê lêstine.
Îro dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku dîrok ji bo kurdan her dem berovajî hetiye nivîsîn. Dîroka kurd, dîroka ber bi jêr çûyî ye. Mirovê kurd di dema civatên komunal ên seretayî û koletiyê de, rewşeke girîng dijiyan û di nava gelan de xwedî bandor bûn. Piştî ketine bin desthilatdariya Persan, azadiya xwe wenda kirin û nikarîn careke din vîna xwe ji destê desthilatdaran azad bikin. Gelê kurd bi hezaran salan di bin desthilatdariya neteweyên cur bi cur de jiyaye û Kurdistan di navbera neteweyên cuda de bûye qada şer. Her gel dema li gorî rewşa xwe pêşveçûneke dîrokî jiya, gelê kurd pir li paş meşiya û di pêşkeftina civakî de, di rewşeke kevnare de ma. Ji bo welatê xwe gelek caran rabûye ser lingan, lê belê hem ji bo serokatiyeke ku vê yekê bi ser bixe nebûye û hem jî îxanet û bêrêxistinî ev serhildanan vala derxistine. Di dîroka nêz de têkçûna serhildanên Şêx Seyîd û Seyîd-Riza mînakên herî ber bi çav in. Gelê me ne tenê welatê xwe, ew hemû hîsên xwe yên neteweyî, ziman, dil û mejiyê xwe di destên dijmin de berdan. Siyaseta desthilatdaran “Perçe bike, par veke û bi rê ve bibe” bi awayekî kerihî bi şerê taybet re li dijî gelê me hate bikaranîn û ber bi “Mirina spî” ya jiholêrakirin, hate ferzkirin. Îxanet û berxwedan, her dem di nav hev de jiya ne. Îxaneta navxuyî her dem li hember berxwedanê bûye kelem û gelek caran jî gihîştiye encamê.
Ev serberjêriya dîrokî di 27’ê Sermawezê (Mijdar) 1978’an de, bi îlankirina fermî ya PKK’ê re hatiye rawestandin. Kurdistan bê mirov hatiye hîştin, bi hezaran mirovên me di komkujiyan de hatine qetilkirin. Her wiha ji aliyekî ve bi êrîşên kontrayan (kujerên ne diyar) mirovên me ji holê dihatine rakirin û ji aliyê din ve jî tirsa mirinê li ser mirovên me yên din dihate hîştin. Mirovên me di êşkenceyên cur bi cur re derbas kirin. Gelek kesên tenê ji bo lêpirsînê çûbûn, kelexên (cesed) wan ji wir derketin û her wiha berdêlên gelek mezin hatine gorîkirin.
Di roja me ya îro de ku şer gelek dijwartir bûye, partiya me PKK’ê li hemberî êrîşên bi giştî yên dijmin, her roj di nav xwe de pêşkeftin, hêzbûn û berfirehbûnê diafirîne. Bi bandor û bi bawerî derbê li dijmin dide, serkeftinê nêzîk dike.
Îro li Kurdistanê artêşa me agir bi ser dijmin de dibarîne. Eniya me ERNK’ê li her derê cîhanê heye û gelê me bi rêxistin dike. Li hember her cureyê polîtîka dijmin a şerê taybet, gelê me bûye yek can û têdikoşe. Her ku diçe gelê me bi bemû derfetên xwe dikeve nav têkoşînê û ciyê xwe digire. Em di vê têkoşînê de nirx û berdêlên mezin didin. Ji ber ku li hemberî me dijminekî xwînxwar û dijwar heye û li pişt wî hêzên împeryalîst jî hene, dîsa jî em weke gel cara yekem e ku di dîroka xwe de wiha serbilind û serkeftî ne. Nîştîmanperweriya me xurt bû û zanabûna me ya neteweyî zêde bû. Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Azadî nêzîk e. Cara yekem e ku em ew qas serbilind û serfiraz in. Serê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi awayekî dilşa êdî dikarin li rûyê mirovahiyê mêze bikin. Pêwîst e ku em li ser rêça berxwedana pêşewayên xwe yên weke Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Bêrîvan, Bêrîtan, Ronahî û hevalên xwe yên din bimeşin. Efsaneyî, çelengî û lehengiyên wan bûne mîrateya dîrokê. Berxwedan û têkoşîna wan proseseke nû pêk anîn û encamê berhemên wan gelekî mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rêç û mîrateya giranbiha derkevin û heta dawiyê biparêzin.
Li ser vî bingehî û bi vê armancê ez hezkirin, rêzgirtin û duristiya xwe ji PKK’ê, serok Apo, hemû şehîdên berxwedanê yên mezin, berxwedanvanên li girtîgehan û hevalên me yên ku li çiyê şerê azadiyê didin re nîşan didim. Ji bo welat jî, ji gelê xwe re sond dixum û peyman didim ku ez dê çalakiyeke întîharî pêk bînim. Di vê çalakiyê de, bi moral û hêza ku ji gel digirim, ezê êrîşî dijmin bikim. Ez dê hewl bidim ku bibim sembol û nîşana daxwaza gelê xwe ya ji bo azadiyê.
Ez diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibîhîse:
Êdî bibîhîsin! Çavên xwe vekin!… Em zarokên neteweyeke wiha ne ku welatê me ji destê me hatiye girtin û dagirkirin. Em li her çar aliyê cîhanê bela-wela bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê neteweyî û mirovahî ye. Êdî divê xwîn, rondik, koçberî, zordarî û barbarî ne çarenûsa gelê kurd be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aştî, dilovanî, mirovahî û xweparastiyê hene, em in. Hewcedatiya me bi van tiştan heye û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer, mirin, kuştin û wêrankirinê. Lê hezar mixabin ku ji bo bidestxistina azadiyê riyeke din jî, ji me re nehîştine. Tewanbarên vî şerî jî hêzên împeryalîst û xulamên wan komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tewanbariya herî mezin û giran e. Eger hûn bi çavên xwe vê xwîna diherike dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tewanbarên herî mezin hûn bi xwe ne.
Ez bang li hemû mirovahiyê dikim!
Eger hûn naxwazin vê tewanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bi milê gelê Kurdistanê din, zingara ser mejî û dilê xwe yê ku împeryalîzmê ew qas pûç kiriye, pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vî dengî de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.
Gelê min ê welatparêz!
Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilê we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo paşeroja we ya azad, ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe gorî bikin. Di van rojên ku şer gelekî sor bûye de, divê êdî hûn jî helwest û riyên xwe zelal bikin. Navê şerê em didin meşandin, şerê gel e, wê demê divê em pêdiviyên şerê gel bi cî bînin. Biwêjek wiha heye; “Dara azadiyê bi xwîn û xwêdanê tê avdan.” Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e, lewre dijmin jî ew qas bi îsrar e. Çima emê ne bi îsrar bin? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em winda bikin? Em mirina bi rûmet ji jiyana bêurmetî bêtir tercîh bikin. Li ser vî bingehî we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha ku em gelekî nêzî azadiyê bûne de jî, dê weke berê xwedî li mîrateya berxwedanê ya ku PKK’ê dabû destpêkirin, derkeve. Heta niha çiqas bedel dabe jî, amade ye ew qas bedelên din jî bide; siberoja xwe ya azad bi destê xwe ava bike û di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî ciyê xwe bigire.
Bila bimire împeryalîzm, kolonyalîzm û her cure paşverûtî!
Bijî rastiya artêşbûna gelê me!
Bijî Serok Apo!