STENBOL – Malbata Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozger serlêdana malatan red kir.
Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, duh ji bo bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bikin serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriya Bûrsayê, serlêdan red kir.
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî, bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê daxwaza wan jî red kir.