NAVENDA NÛÇEYAN – Hewldanên êrîşê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi pejirandin, hevkarî û desteka PDK-YNK’ê dikin, ji sala 1991’ê û vir ve bi avakirina baregehan didomin. Zêdeyî deh hezar leşkerên Tirk niha li Başûrê Kurdistanê hene. Di nava 23’ê salên dawî dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK-YNK’ê zêdetir 15 baregehan avakiriye û gelek navendên MÎT vekiriye.
AVAKIRINA BAREGEHÊN TIRK
Piştî ku Parlamenta Başûrê Kurdistanê avabû û biryara destpêkê ya parlamentê şerê li dijî Tevgera Azadiyê PKK’ê bû di Cotmeha sala 1992’an de êrîşa mezin a li dijî gerîlayên PKK’ê pêk hat ku ev yek di heman demê de dema avakirina baregehên leşkerî û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bû. Piştî vê êrîşê dewleta Tirk yekîneyên MÎT’ê û yekîneyên veşartî li derdora Duhok û Zaxoyê bi cih kir. Gelek baregeh ava kir. Baregehên ava kir jî sala 1996’an fermî kir.
BAREGEHA DESTPÊKÊ LI SELAHADDÎN BÛ
Li gorî çapemeniya Tirk baregeha destpêkê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê sala 1994’an li bajarokê Selahaddînê ava bû ku bi 25 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye. Li wê derê yekîneyeke tîmên taybet ên Tirk heye. Balkêş e baregeh li bajarokê Mesûd Barzanî hatiye avakirin.
Artêşa Tirk piştre yekîneyên xwe li Hewlêr, Zaxo, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiye, Kanîmasî bi cih kir.
BAREGEHÊN KU DI NAVA 23 SALAN DE HATINE AVAKIRIN
Baregehên leşkerî yên ku artêşa Tirk a dagirker di nava 23 salan de li Başûrê Kurdistanê ava kirine:
* Baregeha leşkerî ya Batufa
* Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê)
* Baregeha leşkerî ya balafirgeh û lojîstîk a li Bamernê
* Baregeha leşkerî ya Sinkê
* Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)
* Baregeha leşkerî ya Geliyê Zaxo
* Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê)
* Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)
* Baregeha leşkerî ya Kupkê
* Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî
* Baregeha leşkerî ya Koxê Spî
* Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya
* Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî
* Baregeha leşkerî ya herêma Zêlkanê ya li quntarên çiyayê Meqlubê
* Baregeha leşkerî ya Başîqa (bakurê rojhilat ê Mûsilê)
BERXWEDANA ŞÊLADÎZÊ Û GELIYÊ ZAXO LI DIJÎ BAGREGEHÊN TIRK ÊN DAGIRKERIYÊ
Di 26’ê Çile de welatiyên bajarokê Şêladiza li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk serî hildan û bi ser baregehên dewleta Tirk a dagirker de girtin. Welatiyan baregehê bi temamî şewitandin û leşkerên dagirker qewitandin. Hêzên Parastina Cewherî yên Başûrê Kurdistanê li dijî qereqolek artêşa Tirk a dagirker a li Zaxoyê 7’ê Hezîranê saet 18.00’an de çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 20 leşker hatin kuştin, wesayîtek leşkerî û gelek stargehên leşkerî hatin rûxandin.