GOTEBORG – Hasret Çiya ku sala 2017’an li Qendîlê şehîd bû û Zeynep Kinaci (Zîlan) ku 30’ê Hezîrana sala 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî kir, li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn.
Hevseoka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê Lehon Lehonî diyar kir, Zîlan sembola berxwedana li dijî zilm, faşîzm û mêtingeriyê ye.
Lehonî diyar kir, di van şert û mercan de ku dewleta Tirk ji bo dagirkirinê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike girîng e bi daxwaz û biryardariya Zîlan û şehîdan têkoşîn bê nîşandan û bang li Kurdistaniya kir ku berxwedana li dijî dagirkeriyê geş bikin.