QAMÎŞLO – Di bin sîwana Koordînasyona Ciwanên Kurd Konferansa Ciwanên Kurd ya Rojavayê Kurdistan li Qamişlo bi şiyara “Ji bo perçekirina dagirkeriyê, rizgarkirina Kurdistanê Ciwanên Kurd rabin Serhildanê” destpê kir. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şexo ya li Qamîşlo bi yek deqe rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Şoreşê destpê kir. Di konferansê de gelek partî û rêxistinên ciwanan amade ne. Partiyên ku beşdarî konferansê bûn wiha ne; Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC), Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyê, Ciwanên PYD, Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk, Ciwanên Partiya Demokratî Kurdî Sûrî, Partiyên Çepê Kurdî, Pêşverû, Kesk, Rekeftin, Guhertin, Lîberal, Aştî, Demokratî Kurdistan Kombûna Nîştemanî, Yekîtiya Nîştemaniya Azad, Tevgera Nûjen, Tevgera Çeksazî, Partiya Yekîtî (El-wehde), Mala Êzidî, Partiya Roj, Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê û Komînîstên Kurdistanê.
Piştî rêzgirtinê divanek hate hilbijartin û axaftina vekirinê hate kirin. Komîteya Amadekar jî derheqê armanc û giringa konferansê axaftinek kir. Her wiha mevanên amade jî peyamên xwe ji bo konferansê anîn ser ziman.
Konferans piştî bidawî kirina axaftinan bi niqaşkirina rewşa siyasî û xwendina rapora xebatên salane bidome. Beşa dawî û ya serek ‘Rewşa rêxistinî’ ku wê bê niqaşkirin ji wan xalan pêk tên:
– Bandora dagirkerî û bandora çanda Rojavayê Cihanê li ser ciwanên kurd
– Erk û Rola Ciwanan di Şoreşa Rojava
– Giringiya rola Ciwanên Kurd di Yekîtiya Kurdan
– Xwendina pêşnûmeyan û niqaşên der barê wê de
– Pêşnûmeyan dayina dengdayinê
– Hijbijartin
– Pêşnûmeya biryar û pêşniyarên endaman
– Rewşa giştî ya li Kurdistan û Ciwanên Kurd
– Rewşa Ciwanên Rojava û hişmendiya wan li hemberî Şoreşê
– Rewşa diplomasî piştî sazbûnê
Konferans wê heta saetên evarî bidome…