ENQERE – Polisên faşîst beriya merasîma mezûniyetê bi ser malên xwendekarên ODTU’yê de girt û 4 xwendekaran binçav kir.
Li Enqereyê polisan beriya merasîma mezûniyetê, îro serê sibehê bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) de girt. Polisên faşîst di serdegirtinê de xwendekarên zanîngehê yên bi navê Meziyet Yildiz, Firat Çaglar, Melîke Balkan û Emrecan Konyali binçav kir. Her wiha hat hînbûn ku polisên faşîst deriyê mala xwendekarê bi navê Ozgur Gur ku ne li mala xwe bûye jî şikandine û ketine hundir lêgerînê kirine.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona beriya mezûniyeta ODTU’yê de dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêde bibe.