BRADOST – Çalakiya Ciwanên Başûrê Kurdistan ya Mertalên Zindî li Bradostê di 24’ê Hezîranê destpê kiribû û îro di roja xwe ya 7’emîn de didome. Çalakvanên Mertalên Zindî li Bradostê bi daxuyaniyekê komkujiya Kortekê û helwesta hikumeta Başûr şermezar kir û bang li hemû gelê Kurd û Ciwanan kir ku helwest nîşan bidin. Çalavanan da diyar kir ku armanca dewleta dagirker a tirk ne tenê PKK an jî hêzên Gerîllaye, armanca wan qetilkirina tevahî gele Kurd e.
Daxuyanî Çalakvanên gruba Mertalên Zindî ya li Bradostê wiha ye:
“Di rojên dawî de helwesta hikumeta herêma Başûr diyar bû. Bi daxuyaniyê xwe de eşkere PKK’ê sûcdar dikir û alîgirê êrîşên dewleta dagirker ên tirk bû. Hemû kes dizane PKK kiye. PKK xwişk û birayê me ne. Lê em baş dizanin hikumeta herêmê kiye. Hikumeta herêma Başûr desthilatdariyek bê exlaq û pîvane ku axa xwe firotiye. Ev hikumet wek grubek mafîa tevdigere. Grubek ku xizmetî dijmin dike. Bi plansazî dijmin li ser axa Başûrê Kurdistanê bicih dike. Li hemberî êrîşên dagirker bêdeng dimine û ev êrîşana qebûl dike. Komkujiya li Kortekê bi zanebûn hate kirin. Hemû kesî dizanî bû ku ew wesayit ya sîvîle. Tu tiştekî eskerî bi wesayeti ve tune bû. Armancê dewleta dagirker a tirk ne PKK’ye, armanc gele Kurde. Li kiderê Kurdek hebe, dewleta tirk a dagirker fermana kuştine dide. Em wek çalakvanên Mertalên Zindî helwesta hikumeta herêma Başûr şermezar dikin. Em îxanetkaran bi tundî şermezar dikin. Bangawaziya me ji bo tevahî gele Kurd û Ciwanên Kurd, taybet Ciwanên Başûrê Kurdistan û Ciwanên Bradost, bêdeniya xwe bişkînin. Werin beşdarî çalakiya Mertalên Zindî bibin, em çalakiya xwe mezintir bikin.”
Daxuyanî bi bangawaziya “Werin em ê li dijî dagirkerî û îxanetê derkevin!“ hate bi dawî kirin.