BEHDÎNAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik encamên hilbijartinên xwecihî yên 23’ê Hezîranê yên Stenbolê ji ANF’ê re nirxand.
Bayik bi bîr xist, bloka AKP/MHP’ê di hilbijartinên Stenbolê de bi ferqeke mezin têk çû û destnîşan kir, eger welatekî demokratîk bûya wê vê yekê rê li ber encamên gelekî cidî vekiribûya.
Bayik got, “Lê belê ji ber ku Tirkiye welatekî demokratîk nîne em ê bi demê re bibînin ku ev yek wê bandoreke çawa li bloka AKP/MHP’ê bike. Lê bêguman wê bandora xwe hebe. Wekî ku hin aliyên din jî dibêjin wê tu tişt ne wekî berê be, têra xwe rast e. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê ji hilbijartina di Mijdara 2002’an û vir ve, her dem dengê xwe zêde kiriye û di tu hilbijartinê de têk neçûbûn. Bêguman di hilbijartina 7’ê Hezîranê de jî têk çûbûn. Rewşa niha ya Stenbolê dişibe wekî hilbijartina di 7’ê Hezîranê de. Lê ji ber ku hêzên demokrasiyê nikaribûn polîtîkayeke rast bikin, vê têkçûna AKP’ê nekarîn bikin encamên siyasî. Desthilatdariya AKP’ê sûd ji vî tiştî stend. Piştî hilbijartina di 7’ê Hezîranê de bi dijminên gelê Kurd re tifaq hate kirin û bi polîtîkaya şer, encamên hilbijartinê berevajî kirin. Hilbijartina di 7’ê Hezîranê de demokratîkbûn li ser Tirkiyeyê ferz dikir. Îradeya gel derkete holê. Lê vê îrade û helwesta gel bandorek li pêvajoya siyasî nekir. Ev tişt ji ber şaşiya hêzên demokrasiyê pêk hat. Ji wê rojê û heta niha tevî MHP û dijminên Kurdan re tifaqek ava kirin û polîtîkayeke faşîst a otorîter meşandin. Êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kirin. Dan ser rêya polîtîkaya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê, xwestin Kurdan qir bikin. Li ku derê destkeftineke Kurdan hebe, êrîşî wê derê kirin. Wekî di ya hemû desthilatdariyên faşîst de, xwestin şovenîzmê bilind bikin, bi avakirina dijminên li hundir û derve, desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin.
Bi vê hilbijartinê re derket holê ku gelên Tirkiyeyê piştgiriyê nadin polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê. Ji ber ku herî zêde têgeha dijminên hundir û derve beriya vê hilbijartina herêmî hate gotin. Beriya hilbijartinên herêmî her kes kirin dijminên xwe. Gotin kêşeya me ya mayîndetiyê heye û xwestin gelên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin wan. Lê derket holê ku gel baweriyê nade wan û piştgiriyê nadin polîtîkaya desthilatdariya AKP û MHP’ê. Gel diyar kir ku tifaqa AKP û MHP’ê kêşeyên Tirkiyeyê nikarin çareser bikin û tiştên din ji gelan re hewce ye û bi rastî jî vê polîtîkaya AKP û MHP’ê têk birin. Teqez wê encamên vî tiştî hebe. Heke hêzên demokrasiyê polîtîkayeke rast bimeşînin wê di bloka AKP û MHP’ê de hin tevlihevî çêbibin. Ji ber ku di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP’ê bi MHP’ê re tifaq çêkirin, AKP têk çû. Wê demê li Stenbolê ferq gelekî kêm bû. Niha jî têkçûna wan a di hilbijartina Stenbolê de wê rê li ber nîqaşên kûr û berfireh veke. Ji ber ku di hilbijartina di 31’ê Adarê de tifaqa bi MHP’ê re hate nîqaşkirin, wê piştî vê hilbijartinê jî tifaqa wan were nîqaşkirin.
Em ne bawer in wê di nav MHP’ê de wê lêpirsînek û nîqaşek were kirin. Ew ê hewl bidin tifaqa heyî li ser pêyan bihêlin. Ji ber ku sûdê ji desthilatdariyê distînin. MHP di dîroka xwe ya siyasî de cara pêşîn evqas derfet bi dest xistiye. Ji ber vê jî wê hewl bide tifaqa bi AKP’ê re bidomîne. Wê polîtîkaya sereke ya MHP’ê ev be. Wê zêdetir piştgiriyê bide AKP’ê. Lê rewşa AKP’ê cihê ye. AKP di vê tifaqê de têk çûye. Dibe ku AKP bixwaze ji MHP’ê dûr bikeve û tifaqa xwe ya bi MHP’ê re sist bike. Li welatekî demokratîk wê nîqaşên demokratîk li ber van tiştan veke. Lê ne diyar e ku wê AKP çawa tevbigere. Ji ber ku AKP heta niha xwe nêzî polîtîkayên li dijî gelê Kurd kir û ji xeynî êrîşkarî, dijminatiya Kurdan tu arguman nehişt. Argumanên xwe yên polîtîk ên din winda kir. Argumanên wekî demokrasî û azadî ketin destê mûxalefetê. Hin AKP’yiyan diyar kirin ku bi vê hilbijartinê de wan moralê xwe winda kirine û înîsîyatîfa moral ketiye destê mûxalefetê. Ev jî diyar dike ku di siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê de tiştên ku AKP xwe dispêrê, winda dibe. Wê AKP û Erdogan jî bixwazin argumana bilindkirina şovenîzmê, dijminên hundir û derve derxe pêş. Ji ber ku hemû desthilatdariyên faşîst û otorîter wê avakirina dijminên hundir û derve xwe li ser pêyan bigirin.
Heke rêyeke demokratîk û feraseteke siyasî ya demokratîk neyê qebûlkirin, wê desthilarî ji bo domandina desthilatdariya xwe dîsa polîtîkaya dijminên hundir û derve bîne rojevê. Di daxuyaniyên pêşîn ên Erdogan de mirov dikare vî tiştî bibîne. Gotina wan a ‘demokrasî bi ser ket’ wekî ku demokrasî heye û ev encam xizmetê ji demokrasiyê re dike, tê gotin. Bi vê re dixwazin bandora encamên hilbijartinê qels bikin, dixwazin pêşiya hêzên demokrasiyê bigirin û daxwaza gelê Tirk a ji bo demokrasiyê ji holê rakin. Lê polîtîka bi niyetan nayê kirin. Hevsengên civakî, rastiya civakî, hest û raman bandorê li siyasetê dikin. Di nav AKP’ê de lêpirsînek hatiye destpêkirin. Jixwe beriya hilbijartinan rexneyên ji bo polîtîkaya AKP’ê hebû, qala polîtîkayên alternatîf dihate kirin. Heke AKP’ê piştgiriya civakî werbigirta, wê navê kesên wekî Ahmet Davûtoglû, Babacan û Gul nehata rojevê. Heke AKP dev ji polîtîkaya heyî bernede wê alternatîfên wekî Babacan û Davûtoglû AKP’ê parçe bikin û hewl bidin bibin alternatîfa AKP’ê. Ji ber vê jî dibe ku polîtîkaya di nav AKP’ê de were nîqaşkirin.
Di avakirina AKP û polîtîkayên piştre de, hin tişt guherîne. Ji ber ku derketiye holê AKP tu karakterê wê yê azadîxwaz tune û li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk çûye, ji bo desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêle, berê xwe daye polîtîkayên cihê. Ji ber vê jî wê di nav AKP’ê de hin nîqaşên cihê were kirin. Wê van nîqaşan çawa asteng bikin, em ê bibînin. Dibe ku hin wezîran biguherînin. Wekî ku polîtîkaya xwe guherandibin, wê wisa gavan biavêjin. Desthilatdariya AKP’ê ji ber ku xwe angajeyî polîtîkaya dijminatiya Kurd û demokrasiyê kirine, windakirina vê hilbijartinê naspêre van polîtîkayan. Dibêjin ku me xwe neda fêmkirin. Tu yê bibêjî qey polîtîkayên ku dijminatiya Kurd, gel, kedkar, karker û jinan tê kirin, dikare qala wê were kirin. Gotina wan a ku dibêje me nekarî em xwe bidin fêmkirin, tê wateya ku polîtîkaya me rast e û lê me nekarî em xwe bidin fêmkirin. Lê ji ber ku gel, polîtîkayên AKP’ê baş fêm kiriye, berê xwe daye rêyeke din. Bi gotinên ‘me nekarî em xwe bidin fêmkirin’ re wê nikaribin tevliheviyên di nav AKP’ê de bidin sekinandin.”
‘DI ENCAMÊN HILBIJARTINÊN XWECIHÎ DE ROLA HDP’Ê PIR PIR GIRÎNG E’
Bayik anî ziman ku di encamên hilbijartinên xwecihî de rola alternatîfa HDP’ê, rola bûyîna HDP’ê weke tifaqa demokratîk a alternatîf pir pir girîng e û got, “Kurdan eger tenê bi têkoşîna xwe tevbigeriyan, bêguman wê têkoşîna demokrasiyê xurt bikirabûna lê belê encamên niha wê derneketibûya holê. Ya ku encamên niha derxist holê, lihevkombûna hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyê bi hêzên demokratîk şoreşger ên gelê Kurd re ku di şexsê HDP’ê de berbiçav bû. Afirandina tevgereke siyasî ya hevpar e. Eger alternatîfeke mîna HDP’ê derneketibûya holê ku hêzên demokratîk ên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li hev kom bûne, encamên niha wê derneketibûya holê. Lewma proje, zîhniyet û tifaqa HDP’ê di encama niha de diyarker e. Vê rastiyê bi xwe nîşan da ku demokratîkbûna li Tirkiyeyê bi tifaqeke çawa, bi kîjan zîhniyetê dikare pêk were. Bi vê hilbijartinê re bi rengekî vekirî ispat bûye ku dema têkoşîna Kurdan û ya gelên Tirkiyeyê ya demokrasiyê bûn yek wê li Tirkiyeyê karibin çi biguherînin, wê encameke çawa derxînin holê.”
‘DI HILBIJARTINÊN STENBOLÊ DE LAWAZKIRINA TIFAQA AKP/MHP’Ê SERKETINEKE HDP’Ê YE’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, lawazbûna polîtîka û tifaqa AKP/MHP’ê di hilbijartinên Stenbolê de serketineke HDP’ê ye û ragihand, “Bêguman pêkhateya herî girîng a HDP’ê jî Kurd in, hêzên demokratîk ên Kurdan e. Eger mirov bêjin ku tenê serketina Kurdan e ev yek wê şaş be. Eger Kurdan bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re projeya HDP’ê dernexistibûna holê, li Tirkiyeyê bernameyeke siyasî ya alternatîf neafirandibûna, serketina îro pêk nedihat. Girîng e ev yek bi taybetî bê destnîşankirin. Ji ber vê yekê projeya HDP’ê hem ji bo Kurdan girîng e hem jî ji bo hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê girîng e. Bi van encamên hilbijartinê re divê Kurd girîngiya vê projeyê baştir fêhm bikin, hin meyl û bandora ku bi rengekî sar nêzî projeya HDP’ê dibin ji holê rakin.”
‘SÎNERJIYA KU BI HDP’Ê DER DERKETE HOLÊ ENCAMEK JI HÊZA XWE MEZINTIR AFIRAND’
Bayik bi bîr xist, encama ku HDP’ê derxistiye holê li pêş çavan e û got, “Kêm e ku mirov tenê bêjin; ev encam baş e, xweş e. Ev encam çawa derkete holê, bi saya kîjan zîhniyet û polîtîkayê afirîn, divê ev bên dîtin. Dema ku ev hate dîtin wê hingî ev polîtîka û tifaq xurtir û berfirehtir bibe. Ji ber ku hebûn û xurtbûna tifaqê wê bi kêrî hemû hêzên demokrasiyê bê.”
Bayik bi domdarî got, “Di hilbijartinên Stenbolê de eger Kurdan û hêzên demokrasiyê di bin sîwana HDP’ê de helwest nîşan nedabûna, nepêkan bû ku faşîzma AKP/MHP’ê li Stenbolê û bajarên din ên mezin lawaz bibin. Beşa civakê ya 15 ji sedî bi roleke diyarker tevgeriya ye. Ji xwe di vê hilbijartinê de bi helwesta xwe sînerjiyek derxistin holê. Hevgirtina hêzên demokrasiyê û hêzên demokratîk ên Kurd sînerjiyek ji hêza xwe jî mezintir afirand. Divê were dîtin di têkoşîna azadî û demokrasiyê de sînerjiyek bê afirandin wê encamek ji hêz û bandora heyî mezintir derkeve holê.”
‘TIFAQA AKP/MHP’Ê WÊ ZÛ ZÛ ENCAMÊN HILBIJARTINÊ NEPEJIRÎNE’
Bayik bal kişand ser nêzîkatiya tifaqa AKP/MHP’ê li encamên hilbijartinê û got, “Şaş e ku bê gotin; wê tifaqa AKP/MHP encamên hilbijartinê bipejirîne. Gotina, ‘demokrasî bi ser ket, îradeya gel bi cih bû’ demagojî ye. Ji bo têkçûna xwe sivik bikin û raya giştî ya dinyayê bixapînin gotineke wiha gotin. Desthilatdariyê heta doh ji bo hilbijartinên Stenbolê digot ‘pirsgirêkeke mayindebûnê ye’ û bi vî rengî tevdigeriya. Gelo mirov dikarin ji gotina ‘demokrasî bi ser ketiye, îradeya gel pêk hatiye’ ya desthilatdariyeke bi vî rengî bawer bikin? Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd ji van gotinan bawer nekin. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de îradeya gel derketibû holê, desthilatdariya AKP’ê têk çûbû. Gelo wê demê gotin, ‘îradeya gel pêk hat, gel alîgirê demokrasî û demokratîkbûnê ye?’ Di çarçoveya peyama gel de ji bo demokratîkbûnê gav avêt in ya jî bi polîtîkayên şer û komployan îradeya demokratîk a gel, meyla demokratîkbûnê têk bir û ji nû ve xwe kir desthilatdar? Divê ev yek bê dîtin. Bi taybetî Tayyîp Erdogan kesayetekî bi kompleks e. Divê mirov ne li bendê bin ku îradeya gel nas bike, îradeya gel bibîne, di mijara helwesta xwe de rexnedayina xwe pêşkêş bike û nêzîkatiyeke xwevekişînê nîşan bide. Ji ber ku bi vî kesî re kompleksa serweriyê heye. Lewma wê dest ji vê kompleksa serweriyê, dest ji vê helwesta quretiyê bernede. Berevajî, ji bo xwe ji nû ve serwer bike wê serî li lîstik û komployan bide. Bi taybetî wê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên kue w xistin vê rewşê dek û dolaban bigerîne, provokasyon û komployan bike. Wê karibe polîtîkayên xwe yên şer bidomîne.
ERDOGAN BI GIRR E, DESTHILATDARIYA AKP’Ê TOLHILDÊR E
Kesayetiya Tayyîp Erdogan, desthilatdariya AKP’ê bi girr e, tolhildêr e. Divê mirov bibînin ku çawa tolê hiltînin. Tê zanîn ku ji ber gotina wî ya ’em ê te nekin serok’ bi çi rengî nêzî Selahattîn bû. Ji ber vê yekê ye ku îro êrîşî kesên weke Osman Kavala dike. Ji ber vê yekê êrîşî kesên weke Can Dundar dike. Ji kesên ku mûxalefetê jê re dike, ji kesên ku li pêşiya desthilatdariya wî asteng in tolê hiltîne. Divê ev rastî were dîtin. Lewma bi îhtimaleke mezin wê li dijî gelê Kurd, li dijî tifaqa demokratîk û HDP’ê ku bi AKP/MHP’ê dan windakirin ji bo hildana tolê hin êrîşan bike.”
Bayik got, “Ji xwe hîn jî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Her wiha gefan li rojhilatê Firatê dixwe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi tedbîr bin, hîn bêhtir hay ji xwe hebin, nekevin nava nêzîkatiyeke şaş û bi xeflet, zanibin ku AKP wê bixwaze tolê hilîne û di vê çarçoveyê de bikevin nava helwesteke ku polîtîkayên bi vî rengî têk bibin.”
‘DESTHILATDARÎ ÊDÎ ÎRADEYA TIRKIYEYÊ TEMSÎL NAKE’
Der barê rewatiya desthilatdariya AKP’ê ya ji niha û pê ve Bayik gotina, ‘Eger em li Stenbolê têk biçin em ê li Tirkiyeyê têk biçin’ a Erdogan bi bîr xist û got, “Ne pêwîste ku Tayyîp Erdogan jî vê yekê bêje. Ya ku rêveçûna siyasî, civakî, aborî, çandî ya Tirkiyeyê diyar dike bajarên mezin ên mîna Stenbolê ne. Bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Antalya, Hatay, Eskîşehîr, Dîlok û Bûrsa nîşan didin ku rêveçûna Tirkiyeyê ber bi kîjan alî ve ye. Ya ku rêveçûna Tirkiyeyê diyar dike bajarên Yozgat, Çankiri, Nîgde, Afyon, Sînop nîne. Eger li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn û Antalyayê îradeya gel rêxistineke cuda nîşan dide, berê xwe dide rêxistineke cuda ya siyasî, hingî rêveçûna ber bi desthilatdariyeke gengaz jî destnîşan dike. Ew bajar rêveçûn û paşeroja Tirkiyeyê diyar dikin. Lewma, yên li van bajaran têk biçin gelo dikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin? Ne rewatî ne jî hêza xwe ya rêveberiyê dimîne. Li wan bajaran wê hinek bi ser bikeve, lê di rêveberiyê de wê hinekî din hebe. Ev rewş hebûna rêveberiyeke berevajî rêveçûna Tirkiyeyê nîşan dide. Dînamîzma aborî, siyasî, civakî û çandî ya civak û gelên Tirkiyeyê wê rêyeke din nîşan bide, lê desthilatdarî wê polîtîkayeke berevajî wê bimeşîne. Gelo pêkane ku desthilatdariyeke bi vî rengî li ser piyan bimîne, gelo paşerojeke desthilatdariyeke wiha heye, gelo hêza rêveberiyê ya desthilatdariyeke bi vî rengî heye? Lewma piştî ku ew dever ji dest berdan ew desthilatdarî êdî lawaz bûye. Ew desthilatdarî ne desthilatdariye ku Tirkiyeyê temsîl bike. Ne desthilatdarî ye ku îradeya Tirkiyeyê temsîl bike. Divê ev rastî bê dîtin.”
‘WELATEKÎ DEMOKRATÎK Ê NORMAL BÛYA WÊ PIŞTÎ VÊ ENCAMÊ DESTHILATDARIYÊ XWE JI RÊVEBERIYÊ VEKIŞANDIBÛYA’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik destnîşan kir, êdî hêza rêvebirina Tirkiyeyê bi bloka AKP/MHP’ê re nemaye û got, “Eger li welatekî normal ê demokratîk bûya, di rewşekê de ku ewqas bajarên mezin ji dest çûye wê hilbijartin bihata kirin. Eger li welatekî demokratîkbûya wê desthilatdariyê bigota; îradeya gel pêk hatiye, lewma em dest ji rêveberiyê berdidin. Ya jî ji bo ji nû ve dengê gel werbigire wê hilbijartin bihata kirin. Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê zîhniyet û feraseteke demokratîk nîne, bi taybetî yên dibin desthilatdar derfetên dewletê hemûyan ji bo ranta alîgirên xwe bi kar tînin û qada siyasî jî bi vî rengî dibînin, bi hêsanî dest ji desthilatdariyê bernadin, rewabûna wan ji holê rabe jî dest jê bernadin. Çawa ku rejîmên otorîter heta ku hilweşin dest ji desthilatdariyê bernadin, desthilatdariyên zîhniyeta wan nedemokratîk in jî îradeya gel çi dibe bila bibe dest ji desthilatdariyê bernadin. Ji ber vê yekê divê mirov nebêje ku desthilatdariya AKP’ê wê dest ji desthilatdariyê berde û bi hilbijartinê dest jê berde.”
‘DESTHILATDARIYA HEYÎ YA AKP’Ê DESTHILATDARIYEKE DEMKÎ YE’
Bayik destnîşan kir ku desthilatdariya heyî ninkare bi vî şêweyî rêveberiyê bidomîne û got, “Meseleya werdeka kulek heye. Werdeka Kulek a rastî desthilatdariya AKP’ê ye. Desthilatdariyên kulek jî bi çavekî demkî tên dîtin. Ji ber vê yekê divê mirov bi çavekî demkî li desthilatdariya heyî ya AKP’ê binerin. Divê were dîtin ku ev desthilatdarî nikare bidome, hêzên demokrasiyê jî xwe li gorî vê amade bikin. Hêzên demokrasiyê divê tifaqa xwe berfireh bikin û dem hatiye ku xwe bidin ber rêvebirina Tirkiyeyê. Dînamîzma siyasî, civakî, aborî, çandî ya Tirkiyeyê desthilatdariyeke bi vî rengî ya demokratîk dixwaze. Ya jî ji bo desthilatdariyeke bi vî rengî zemîna pêwîst a aborî, civakî, çandî, siyasî derketiye holê. Eger hêzên demokrasiyê bi biryardarî xwedî vê îradeyê bin, tifaqa xwe berfireh bikin, daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê bi projeyên cuda destnîşan bikin ev rewş wê Tirkiyeyê ber bi rêveberiyeke nû ya demokratîk ve bibe. Wê bike ku rêveberiyeke demokratîk derkeve holê.”
‘ENCAMÊN DERKETINE HOLÊ DESTPÊKA PÊVAJOYEKE NÛ YA SIYASÎ YE’
Bayik diyar kir encama ku derketiye holê pêvajoyeke nû ya siyasî ye, destpêka serdemeke nû ye û got, “Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin. Êdî ti tişt wê mîna berê nebe. Desthilatdariya AKP/MHP’ê dibe ku bixwaze desthilatdariya xwe mîna berê bidomîne, dibe ku vê yekê ferz bike, dibe ku di polîtîkaya xwe ya şer de israr bike. Her wiha dibe ku careke din bêje; pirsgirêka mayindebûnê, dijminê derve, Sûriye, Rojhilatê Derya Spî, Iraq û hwd. û bi vî rengî polîtîkayên heyî bidomîne. Lê belê şert û mercên navxweyî û derve yên siyasî wê bibin asteng li pêşiya domandina polîtîkayên berê. Bêguman ev yek wê ji ber xwe ve nebe. Çawa ku li Stenbolê, li bajarên mezin desthilatdariya AKP’ê ji ber xwe ve têk neçû, bi îradeya civakî, bi îradeya siyasî, bi biryardarî ev rewşa siyasî û encam derkete holê, ji bo birêveçûna dema nû jî divê hêzên siyasî demokratîk, aktor û tifaqên demokratîk bi rola xwe tevbigerin. Hem bi polîtîkayên biafirînin, hem bi tifaqên xwe hem jî bi têkoşîna xwe ya di çarçoveya demokrasiyê de dikarin serdemeke nû bidin destpêkirin. Ya rast serdemeke nû dest pê kiriye. Lê belê mayindebûna vê serdema nû bi helwesta hêzên siyasî demokratîk ve girêdayî ye.”
Bayik got, “Em dikarin bi hêsanî bêjin ku ji vê encama hilbijartinê wê her kes kelecanî bibe, wê fêhm bike ku dema têkoşiya dikare bi ser bikeve, bi coş û kelecana vê, bi dînamîzma vê wê pêşengî rû bide hem jî di vê çarçoveyê de wê têkoşîna civakî geş bibe.”